Landstingshuset
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Wergêrê dereng dimîne cezayê dide

1:44 min

Wergêrên ku dereng tên ser wezîfeyên xwe yên demkî gerek e cezaya derengmayîna xwe bidin.

Ev biryara meclîsa parêzgeha Stockholmê ye û ji wan hemî wergêran digire yên ku tercumaniyê li ser daxwaza daîreyên girêdayî parêzgeha Stockholmê dikin û ji wextê ji wan re destnîşankirî dereng dimînin.

Jineke wergêr ku nasnavê Jessica lê hatiye kirin, yek ji wan e ku 5 deqîqeyan dereng gihîşt ciyê ku dê wergêranê lê bike. Ew hat neçar kirin ku 1 500 kronan wekî ceza ji ber wan 5 deqîqeyên wê gîrobûna xwe bide.

Ji wergêrekî re zehmet e wî pereyî bide û ji bo ku Jessica wan pereyên cezayê bide divê ew du rojan karê wergêriyê ji wan re belaş û bê beramber bike.

Bi gotina meclîsa parêzgehê gerek e şîrketa wê ya wergêranê cezaya gîrobûna wê bide û şîrketa wergêranê jî jê dixwaze ku ew wê cezayê bide.

Ji bo her cara Jessica 15 deqîqeyan dereng dimîne divê ew 1 500 kronan wekî ceza bide meclîsa parêzgehê.

Ne hemî şîrketên tercumaniyê ji wan wergêrên dereng tên ciyê tercumaniyê cezayê dixwazin. Elisabeth Cardoso da Silva ku berpirsiyara xizmeta wergêranê ye li Seminatix dibêje eger wergêrek gîro bû ew li pêşiyê lê dinerin ka sedema derengmayînê çi ye. Paşî meclîsa parêzgehê biryara xwe dide ka dê cezayê jê bixwaze yan na.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".