Mobiloperatören Tele2 och bredbandsoperatören Comhem går samman i ett gemensamt bolag,
Tele2 û Com Hem. Wêne: Janerik Henriksson/TT

Tele2 û Comhem dibin yek

1:17 min

Şîrketa Tele2 û şîrketa Comhem biryar dan bibin yek şîrket.

Berpirsiyarê giştî yê Comhemê Anders Nilsson yê ku dê bibe midûrê giştî yê vê şîrketa nû dibêje ew ji bo çêtir xizmetkirina mişteriyên xwe û  ji bo ji dest nedana wan û bidestxistina mişteriyên nû vê dikin.

Ev tê wê manayê ku xizmetên televîzyon, telefon û înternetê yên herdu şîrketan dibin yek û dê hewil bidin bi ser bazarê xizmetên înternet, telefon, televîzyonê û mişteriyên wan de zal bin.

Ev şîrketa nû dê di borsê de bi navê Tele2 bê qeyd kirin. Anders Nilsson nizane ka ev yekkirina wan dê bibe egera guhartinekê di rewşa karmendên wan herdu şîrketan de, lê bi gotina wî ev yekkirin dikare bibe eger kêmkirina hejmara karmendan.

Beng Nordström berpirsiyarê analîzan li Northstream ji ajansa nûçeyan TT re dibêje ku dê hevrikiya li ser bazarî di navbera şîrketan de pey hevgirtina van herdu şîrketan jî berdewam be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista