.
Wêne: Anders Wiklund/TT

Polîs: Ya li Vårby Gård peqiya bû narincok bû

1:23 min

Li roja yekşemê li Vårby Gård peqînek çêbû û di egera wê de zilamek hat kuştin û jinek birîndar bû.

Doh û piştî lêkolînên teknîkî li ciyê bûyerê hatine kirin, peyivdarê rojnamegerî yê polîsê Stockholmê Lars Byström diyar kir ku ew niha dikarin wê pişt rast bikin ku ew tişta li wir peqiya bû narincokek destî bû.

Lê wî got ku ew nizanin ka ew narincok ji bo çi li wir bû û çawa peqiya. Ew ji wan kesên ku zanyariyeke wan derbarê wê bûyerê û narincokê heye dixwaze ku peywendiyê bi wan bikin.

Her dohî wezîrê dad û karûbarên navxwe yê Swêdê Morgan Johanssonî diyar kir ku dê hikûmet bi ciddî li ser van bûyerên dawiyê rabiwest e.

Johansson got ku dê polîs di mehên li pêşiya me de di bicîkirina qanûnan de li hember van tawankaran û bikaranîna çek û narincokan de hişik be.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".