.
Wêne: Mona Ismail Jama/SR

Xelkê Rinkeby ji kuştarkariyê nerazî ye

2:20 min

Gelek ji rûniştivanên Rinkeby newêrin yan naxwazin berisva pirsiyarên nuçegihana Radyoya Swêdê bidin, dema ew li Rinkeby rastî wan tê.

Tirseke wan ya mezin ji wan kesan heye yên ku bi wan kiryarên kuştinê rabûne, yên ku van hefteyên dawiyê û beriya wan çêbûne.

Li şeva serê salê ciwanek li geracekê li deverê hat kuştin. Roja duşemê jî ciwanekê din li xwaringehekê nêzîkî meydana Rinkeby hat kuştin.

Wextê tiştekê weha jî rû dide xelkê Rinkeby ji bo diyarkirina hevxemiya xwe û herweha ji bo axiftinê derbabrê wê ka çi pêwîst e bê kirin tên ba hev.

Habane Hasan serokê Federasyona Komeleyên Somalî ye. Ew dibêje divê em hewil bidin vê kuştarkariyê rabiwestînin û li ciyekî xeta sor bikşînin. Ew dixwaze ku civaka Rinkeby, polîs û rêvebriya lokal û ji bo encameke baştir, pevre kar bikin.

Mohamad Nuur siyasetmedarekê Sosyaldemokratan e li Rinkeby. Bi dîtina wî pêşniyazên baş ji bo rawestandina kuştarkariyê hene lê divê niha kar li ser wan bê kirin.

Ew dixwaze mirov feydeyî ji tecrubeya wan welatan bibîne yên ku tê de mafê şahidiyên nenas heye.

Saciida Munye ku sê zarokên wê yên ciwan hene dibêje pey her kiryareke weha xem mezintir dibe.

Bi gotina wê serêşiyên din jî li Rinkeby hene ku ji bo mirovî zehmet dike ku mirov li wê derê bimîne. Ew ji wê ditirse ku tîcareta narkotîkê, şîdet, kuştin, bêkarî û xerabbûna rewşa dibistanan berdewam bibe û dê xetera wê li ser zarokên wê jî hebe.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".