.
Wêne: Adam Ihse / TT, Christine Olsson/TT

Derziya sorikan dê zûtir bê lêdan

1:43 min

ji ber belavbûna êşa sorikan herêma Västra Götaland dixwaze derziya yekê ya sorikan zûtir li zarokan bide.

Ji ber berbelavbûna êşa sorikan di van rojên dawiyê de li Swêdê, yekîneya parastinê ji nexweşiyên vegir li herêma Västra Götaland ku mezintirîn bajarê wê herêmê Göteborg ye, biryar da ku derziyên sorikan di jiyekê zûtir de li zarokan bidin.

Ann Sofie Cavefors serdoktora sexbêrî û tenduristiya zarokan dibêje wan ev biryar stand ji ber ku ew zarokên sava, yên ku nehatine derzîdan, dikarin zû êşa sorikan bigirin û çend haletên ji wî rengî jî çêbûne.

Ew bi xwe normal derziya yekemîn li dijî nexweşiyên sorikan, binguhkî û sorika almanî di temenê zarokan yê 18 mehiyê de tê lêdan.

Lê ji ber peydabûna 23 haletên nexweşiya sorikan li Västra Götaland di vê heyama dawiyê de û ji bo parastina zarokan, biryar hat dan ku derziya yekê li wê herêmê di jiyê 12 mehiyê de bê lêdan.

Daîreya tenduristiya gel ya Swêdê (Folkhälsomyndigheten) ne li dijî vê biryara Västra Götaland ya zû lêdana derziyan e. Ev demek e Daîreya tenduristiya gel bi xwe lêkolînê derbarê kêmkirina temenê derzîlêdanê li seranserî Swêdê dike.

Wîlayeta Stockholmê wekî berê, dê derziya yekê di temenê 18 mehiyê de li zarokan bide. Ew jî ji ber ku heta niha ew êş li herêma Stockholmê peyda û belav nebûye.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".