Patrik Engström şefê polîsê sinroan.
Patrik Engström şefê polîsê sinroan. Wêne: Jonas Ekströmer/TT

Polîs nizane çend kes bêdestûrî li Swêdê ne

2:20 min

Li gor zanyariyên polîsê sinoran dora 12 000 kesên daxwaznameyên wan yên penaberiyê li Swêdê hatine red kirin, xwe li Swêdê veşartine û polîs li dû wan digere.

Lê polîsê sinoran texmîn dike ku hejmar gelek ji vê zêdetir e, bi taybetî eger mirov bikare wan hemiyên bi awayekê neqanûnî û qeçax hatine Swêdê û navên wan di çi qeydeka resmî de nînin hisêb bike.

Bi dîtina Patrik Engström şefê polîsê sinroan kêmasî di van statîsîkên polîsan de hene. Ew dibêje ku azadiya hatûnûçûna di navbera dewletên Yekîtiya Ewrûpayê de weha kiriye ku mirov nikare bizane bê ka çend kes û kî bi awayekê nedestûrî li Swêdê dimînin.

Engström diyar dike ku kêmasî di sîstema wan ya karkirinê de jî heye û gelek ji karê wan bi kaxezan tê kirin.

Bi gotina Partik wextê Daîreya Koçê daxwaznameya kesekî ya penaberiyê red dike, ew ji bo dersînorkirina wî fayla wî dişîne cem polîsî sinoran. Ew fayl hemî dikevin ser hev û kar hemî bi destî tê kirin.

Evca ku belge ne dijîtal bin lêkguhertina zanyariyan di navbera polîsên herêmên cuda de zehmet dibe.

Ew diyar dike ku ew ji aliyê hikûmetê ve hatine wezîfedar kirin bo ku di sala 2017yê de wan kêmasiyên heyîn destnîşan bikin û di sala 2018ê de bi sîstemeke nû re wan çareser bikin.

Ew çareseriyê di dijîtalkirin û çêkirina sîstemke nû ya qeydkirin û karkirinê ji bo polîsan de dibîne û bi gotina wî dê kar li ser çêkirina wê di 2018ê de dest pê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".