Anders Åkermark
Anders Åkermark Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Kêm kes dixwazin perwerdeya serbazî bikin

2:08 min

Hêza Bergiriya Swêdê (Försvarsmakten) nikare pêwîstiyên xwe ji efser û serbazan bi dest bixe.

Yekîneyên serbazî yên Hêza Bergiriya Swêdê pêwîstî bi 3 500 efser û serbazan heye. Ji bo pirkirina vê pêwîstiya xwe diviyabûya parsal hewqas kesên ku bi heza xwe dixwazin bibin serbaz di perwerdeya serbaziyê de beşdar bûbûna. Lê bes 2 230 kes ketin nav wê perwerdeyê.

Ew hejmar jî heta dawiya wek xwe nema û wekî her car gelek kesan dev jê berda û timam nekir û bes dora nîva hejmara pêwîst perwerdeya xwe serkeftî timam kir. Ev jî bû egera ku hejmara pêdivî ya efser û serbazan ji bo yekîneyên Hêza Bergiriyê peyda nebû.

Bi dîtina Anders Åkermark, şefê yekîneya kardanê li Hêza Bergiriyê, ev problemek e ciddî ye ku ew nikarin ji bo perwerdeya serbazî wê hejmara pêwîst peyda bikin û weha jî nikarin hejmara pêdivî ji bo yekîneyên serbazî berdest bikin.

Sedema vê jî bi gotina Åkermarkî ew e ku gelek wext di navbera agahdariyên derbarê perwerdeyê, hilbijartina kesan ji bo perwerdeyê û destpêkirina wê de heye.

Ev pirsgirêka ku kêm kes dixwazin beşdarî perwerdeya serbazî bibin û gelek ji wan jî yên tê de beşdar dibin dev jê ber didin ya çend salan e. Vê arîşeyê li gel nemana serbaziya îcabrî û destpêkirina serbaziya dilxwaz li Swêdê dest pê kiriye.

Mikael Oscarsson ji partiya Demokratên Mesîhî (KD) rexneyê li vê kêmasiyê dike û dibêje ku ew dixwazin hem efser û serbazên daîmî hebin û hem jî xizmeta serbazî ya îcbarî jî hebe.

Xizmeta serbazî ya îcbarî îsal dest pê dike û êdî eskerî dibe erk. Ev dikare bibe sedema ku êdî hejmarên pêwîst yên serbaz û efseran bên perwerdekirin û Hêza Bergiriyê pêwîstiyên yekîneyên xwe berdest bike.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".