Zarokên dibistanê yên dehsalî.
Wêne: Hasse Holmberg / TT

Zarokên bixwe diçin dibistanê xwe baştir his dikin

1:49 min

Ew zarokên bi serê xwe diçin dibistanê, xwe çêtir his dikin û bêhtir taqet heye, ev ji encama lêkolîneke zanistî ya zanîngeha Karlstad diyar dibe.

Ev lêkolîn diyar dike ku çawaniya çûna zarokan bo dibistanê bandorê dixe ser xwehiskirin û reftara wan li dibistanê.

Jessica Westman, doktor û psîkolog li navenda lêkolînên xizmetan li zanîngeha Karlstad dibêje ew zarokên bê dêûbav naçin dibistanê wê îmkana bi xwe sehûsîkirina dorhêlê û bi hevalên xwe re miamelekirin li gel ya di rêyê de rastî wan tê ji dest didin. Ev jî bi gotina wê dibe egera ku ew xwe kêmtir serbixwe û emîn di dorhêla xwe de bibînin.

Ya mirov ji vê lêkolînê fehim dike ew e ku zarok xwe baştir his dikin û çalaktir dibin dema ew bi xwe bi piyan yan bi bisiklêtê yan bi otobusê dicin dibistana xwe. Tevî ku rêya ber bidibistanê li Swêdê li gor dêûbavan ewle ye, lê gelek dêûbav zarokên xwe bi erebeyê dibin dibistanê.

Bi gotina Jessica Westman rêya ji mal ber bi dibistanê ji zarokan re derfetek e ji bo ku ew serbixwetir, çalaktir û dilxweştir bin. Lê ku ew macbûr bin bi erebeyê biçin, şîreta wê ji dêûbavan re ew e ku ew wê sefera zarokan ya ber bi dibistanê ya bi erebeyê, bikin kêlîkên bikêf û xweşî û sohbeta bi zarokan re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".