Hanefi Celepli, Hanef Tak, Tawfik Pirkizri, Interpol
Hanefi Celepli, Halef Tak û Tawfik Pirkizri. Wêne: Besir Kavak, privat & Scanpix
Interpol

Înterpol û nêçîra dijberên siyasî

26 min

Înterpol çi ye? Çawa kar dike?
Çima hin dewlet Interpolê mîna alaveke siyasî bi kar tînin?
Li hemberî sûistîmalkirina Înterpolê çi hewldan hene? Çi dikare were kirin?

Interpol rêxistineke hevkariyê ya navbera polîsê cîhanê ye. Ew di 1923ê de tê ava kirin û hema hema hemû dewlet endamên wê ne. Amanc girtina firarên navneteweyî yên sûcên giran e. Da ku kesên sûcên şer kirine, xelk kuştine, bazirganiya narkotîkê kirine nikaribin herine welatekî din û bi serbestî bijîn bêyî ku cezayê xwe bikişînin.

Lê di heman demê de hin dewlet wê li hember muxalifên xwe bi kar tînin. Welatiyên Swêdê jî di nav de gelek kes dibine mexdûrên vê yekê. 

Di vê raporê de em hem bi mexdûran hem jî bi pispor û desthilatdaran re diaxivin. Kesên nerîna wan tê girtin ev in:

Bruno Min, ji rêxistina navneteweyî Fair Trials 

Catharina Törnqvist: Şefa  desteya polîsê navneteweyî li NOA

Ted Bromund: Rojnamevan û pisporê Înterpolê 

Michelle Estlund: Parêzer û xwedanê bloga li ser Înterpolê 

Baltazar Garzon: Parêzer

Hanefi Celepli: “Çima endamên Înterpolê Swêd û Almanya kesekî nagirin, lê Spanya digire?”

Tewfiq Pirkizri: “Cara pêşî li ser daxwaza Sedam û cara duyem li ser daxwaza Xamaneyî Înterpolê weke terorîstekî navneteweyî ez îlan kirim.”

Halef Tak: “Ji dewletên ciranên Swêdê pê ve ez newêrim herime welatekî din.” 

Hamza Yalçin: “Dixwazim zanibim bê nave min ji lîsteya Înterpolê hatiye derxistin an na.”

 


Beşir Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se

 


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista