Margot Wallström, Hevi Mustafa, kurdisk ledare i Afrin.
Wezîra Derve ya Swêd Margot Wallström û hevseroka konseya birêvebir a Efrînê Hêvî Mustafa. Wêne: TT.

Wallström: Kiryarên Tirkî nayêne qebûl kirin!

6:19 min

Kurdên Ewrûpa her roj çalakiyan li dar dixin da ku hawar û gaziya Efrînê bigihînin hêzên navneteweyî ku êrîşên Tirkiyê bidine rawestandin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) berya niha biryar standibû ku şer were rawestandin. Lê Tirkî guhê xwe nedaye vê biryarê. Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström ku di nivîsandina daxuyaniya NY de roleke girîng dîtibû dibêje ev kiryarên Tirkiyê nikarin werine qebûl kirin.

Biryara Neteweyên Yekgirtî ya ku li Sûriyê şer were rawestandin Efrînê jî dihewîne nav xwe û Tirkiyê jî elaqedar dike. Ev kiryar nayêne qebûl kirin.


Belê ev gotinên Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström in.
Berya deh rojan, di 24ê sibatê de Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyeke hevbeş qebûl kiribû. Biryar hatibû dayin ku li Sûriyê şer were rawestandin, da ku alîkariya mirovî bigihe sivîlan û rê li ber danûstandinên aştiyê vebe. Lê ne êrîşên rejîma Sûriyê yên li ser El-Xûta û ne jî êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê ne rawestiyan. 

Hêvî Mustafa ku hevseroka rêvebiriya meclîsa Efrînê ye dibêje berovajî sistbûna şer piştî biryara Neteweyên Yekbûyî êrîşên li ser wan dijwartir bûne. 

Halê hazir Swêd di Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî de ye ku meqamê herî bilind ê biryardayinê tê hesibandin. Di nivîsandina daxuyaniya şerrawestandinê de Swêd û Kuwêt rolên sereke lîstibûn. 

Di daxuyaniyê de dihate gotin ku divê li Sûriyê mehekê êrîş werine rawestandin û di vê demê de tenê şerê li hemberî terorîstan dikare dewam bike. Tirkî êrîşên xwe yên li ser Efrînê dispêre vê formulekirinê. Dibêje li Efrînê ez li hemberî terorê şer dikim. Lê li gor Margot Wallström bingeheke vê hînceta Tirkiyê nîne.

Di daxuyaniya Neteweyên Yekgirtî de hatiye gotin ku li hemberî terorîstên mîna Daiş û Nusra şer dikare dewam bike. Mirov nikare bêje li Efrînê ez li hemberî terorîstan şer dikim. Ev nabe sebeb. Lazim e li Efrînê jî şer were rawestandin. Ev biryar tevahiya erda Sûriyê dihewîne nav xwe.

Êrîşên ser Efrînê hem ji asîmên hem jî ji erdê bi tundî dewam dikin û di van rojên dawî de hêzên girêdayî Tirkiyê nêzîkê bajêr bûne. Swêd jî di nav de kurdên li Ewrûpa her roj çalakiyan li dar dixin da ku hêzên navneteweyî êrîşên Tirkiyê rawestînin. Ji aliyê hin dewletan ve bangên mîna Swêdê têne kirin jî, lê heta niha Tirkî guhê xwe nedaye van dengan û Hêvî Mustafa dibêje Efrîn rûbirûyî trajediyeke mirovî ye.

Ajansên nûçeyan ên navneteweyî ji duh ve radigihînin ku xelk ji Efrînê derdikevin û berê xwe didine aliyê başûr ku beşek jê di destê rejima Sûriyê de ye.

Ji bo bergiriya trajediyeke mirovî Hêvî Mustafa bang li hêzên navdewletî dike ku xwedî li erka xwe derkevin.

Duh cardin li ser banga Swêd û Kuwêt Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê li hev civiya. Piştre li ser navê Amerîka daxuyaniyek hate dayin ku eger NY tiştekî neke ew ê bi serê xwe karibe mudaxele bike û Rûsya ragihand ku eger mudaxeleyeke Amerîka pêk were ew ê bersiv bidin. Û di Konseya Ewlekariyê de ev herdu hêzên herî xurt in. 

Lewra Margot Wallström zêde ne geşbîn e. Bi raya wê binpêkirina biryarên Neteweyên Yekbûyî zerarên mezin dide vê rêxistina navdewletî û ew dibêje:

Dîsa jî tişta em dikarin bikin ew e ku bi dewletên din re hevkariyê bikin û bi israr bin da rêz ji biryaran re were girtin.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".