Edward Snowden, Facebook, Erdogan
Edward Snowden rexnegir e ku şîrketa li Swêdê destekê dide Tirkî da bikaribe casûsiyê bike. Wêne: TT

Şîrketa li Malmö destekê dide sîxuriya Tirkî ya li ser Internetê

1:05 min

Şîrketeke ragihandina teknolojiyê ya li Malmö ji Tirkî re hêsantir dike ku bikaribe li ser Internetê xelkê bişopîne, agahiyên wan li hev bicivîne. Lêkolînek ku hatiye eşkere kirin nîşan dide ku Tirkî ew li hember muxalifan bi kar aniye.

Şîrketa bi navê Sandvine/Proceras li başûrê  Swêdê ye û xwediyê wê amerîkî ye. Şîrket zanyariyên ku li ser Internetê têne şiyandin dikare bişopîne. Vê şîrketê par peymanek bi şîrketa Tirkî Turk Telekom re çêkir. Ji ber vê peymanê wê demê çend karkerên şîrketê weke şermezarî dev ji kar berdabûn.Gotibûn ew naxwazin bibine şirîkê kiryarên beredayî yên Erdogan.

Niha di lêkolîneke ku The Citizen Lab çêkiriye de tê piştrast kirin ku Tirkî ji bo sîxurî û sensurkirinê ev teknîk bi kar aniye, ji wê feyde dîtiye.

Ji ber vêya Edward Snowden jî di nav de rexne li şîrketê têne kirin, lê berpirsên şîrketê dibêjin ev zanyarî şaş û sexte ne.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".