Wêneyek ji arşîfê ji balafirgeha Arlanda
Wêneyek ji arşîfê ji balafirgeha Arlanda Wêne: FREDRIK SANDBERG / TT

Swêd rêya esmanî li ber Kurdistanê venake

2:14 min

Biryara doh ya hikûmeta Îraqê ya vekirina herdu balafirgehên hewlêr û Silêmaniyê li ber seferên navdewletî çi ji peywendiyên esmanî yên Swêd û Kurdistanê naguhore. Birêveberiya veguhastinê ya Swêdê vê ji beşê kurdî yê Radyoya Swêdê re dibêje.

Simon Posluk berpirsekê beşê esmanî û deryayî li Birêveberiya Veguhastinê ya Swêdê (Transportstyrelsen) dibêje, Heta eger Îraq biryara vekirina balafirgehên Kurdistanê bide jî hîn sedemên wê hene  ku em nikarin rêya seferan ji vê derê ber bi Kurdistanê vekin.

Ew wekî nimûne behsa rêdarên ewlehiyê yên Yekîtiya Ewrûpayê derbarê firînê bo Îraqê û herweha lêkolîn û hilsengandinên li ser ewlehiyê û tirsa firînê li wan derveran dike.

Posluk herweha hişdariyên ku Tirkiye jî ragihandine derbarê wê ku nabe balafirên medenî li sînorên bakûrê Îraqê bifirin wekî rêgir li ber encamdana hatinûçûna balafirên navdewletî li esmanê wê herêmê dibîne.

Ev bêhtirî salekê ye Swêdê bi bihaneya rewşa neewle li wê herêmê seferên esmanî ji Swêdê ber bi Kudistanê rawestandine.

Doh hikûmeta Îraqê biryara vekirina herdu balafirgehên herêma Kurdistanê da û nûçegihana me ji Simon dipirse bê ka piştî bidawîhatina şerê Daiş wextê wê nehatiye ku ew vê biryara xwe ji nû ve hilbisengînin û biryarek nû li şûnê bidin.

Ew di bersiva xwe de dibêje ew dê bi berdewamî lêkolînê li ser rewşa wê herêmê bikin û dê alîkariyê ji wan rêxistinên ewrûpî wergirin ku şehrezahiya wan di vê pirsê de heye. Bi gotina Simon Posluk ew dê di vê buharê de hilsengandineke nû derbarê firîna ji Swêdê ber bi Kurdistanê bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".