Christina Heilborn, chefjurist på UNICEF Sverige.
Christina Heilborn, şefat qanûnî li UNICEF Swêd. Wêne: Lotta Myhrén/SR

Unicef rexneyê li miameleya Swêdê ya bi zarokan re dike

2:01 min

Unicef ku organeke ser bi Neteweyên Yekgirtî ye, di raporeke xwe de diyar dike ku Swêd mafên zarokên penaxwaz îhmal dike.

Dora 31 milyon zarok li çîhanê penaber in û di hundurê parsal de 8 500 ji wan hatin Swêdê. Unicef ku mezintirîn rêxistina mafên zarokan ya li çîhanê ye, bi wê dîtinê ye ku kêmasî di pêvajoya penaberiyê de hene.

Rexne li wê tê kirin ku ne Swêd û ne jî çi welatekê bakûrê Ewrûpayê ne li asta mafnameya zarokan ya Neteweyên Yeklgirtî ye.

Christina Heilborn ku şefa qanûnî ya Unicefê ya li Swêdê ye diyar dike ku gelek biryarname li Swêdê li ser kaxezan û di qanûnan de baş in, lê ew zehmet di praktîkê de bên bicî anîn.

Wekî mînak behsa wan zarokan tê kirin yên ku daûbavên wan jê re ne baş bûn û ew zarok ji wan hatine standin, lê tevî wê jî, wextê ew dêûbav tên dersînor kirin, ew zarok jî bi wan re tên derxistin.

Bi gotina Christina Heilborn tahlûkeya herî mezin ew e ku mafê zarokan di hemî pêvajoya miameleyê li gel penxwazan de nayê dîtin. Û di encamê de de zarokek dikare bê zewicandin yan di şerekeê çekdarî de bibe şervan.

Lê di vê raporê de ne rexne bi tenê li Swêdê tê kirin, lê Swêd herweha wekî nimûneyek baş jî tê bi nav kirin û bi taybetê ku li Swêdê giş zarokan û heta yên penaxwaz jî mafê çûna dibistanê heye.

Herweha di saxlemî û sexbêriya nexweşan de jî Swêd wekî mînakek baş hatiye nîşandan, ku zarokên penaxwaz eynî ew mafên zarokên din hene.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".