Häst med ryttare hoppar över lågt hinder
Wêne: Josef Bjärnetun/TT (arkiv)

Cezaya tawanên cinsî di sporê de kêm e

2:02 min

Rêberê sporê yê ku tecawiza cinsî bo ser şagirdan dike dikare ji bo wextekê kurtir ji wî yê dopîngê yan sextekariyê di encamên maçan de dike ji sporê bê dûrxistin.

Serokê Federasyona Sporê (Riksidrottsförbundet) Björn Eriksson dixwaze wî wextê dûrxistina kesên weha ji sporê dirêjtir bike.

Ew diyar dike ku mirov hewil dide cezaya wan kesên di nava sporê de destdirêjiyên cinsî dikin bigehîne nêzîkî asta cezaya wan kesan yên dermanên dopîngê bi kar tînin û wan yên li hemberî pereyan sextekariyê di encamên maçan de dikin.

Kesê ku dopîngê dike yan li hember pereyan sextekariyê di lîstik û encamên maçan de dike dikare wekî ceza bo demê deh salan ji sporê bê dûrxistin. Lê ji bo destdirêjiya seksî bo ser şagirdan ceza dikare bibe du sal dûrxistin ji sporê.

Her ji destpêka salên notan ji sedsala borî rexne li vê sîstemê hat kirin, ew jî demê mamsoteyekê hespsiwariyê bi destdirêjiya seksî bo ser çend şagirdên xwe hat hukim kirin. Lê ew kes dûre di karê xwe de li gel zarok û ciwanan heta sala 2017yê jî berdewam bû. Tevî wê bûyerê rêdar û qanûn nehatin guhertin.

Di van salên dawiyê de minaqeşekirina vî babetî û giringiya guhertina vê sîstema sizadanê dest pê kiriye. Ev pirsa dirêjkirina demê ji sporê dûrxistina kesên bi destdirêjiyên cinsî radibin dê di kongreya Federasyona Sporê ya sala 2019yê de bê minaqeşe kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".