Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Malbata qiralê Swêdê li ber koşka Sollidens li Öland.
Malbata qiralê Swêdê li ber koşka Sollidens li Öland. Wêne: Jonas Ekströmer/TT

Swêd dê lêkolînê li ser nefeqeya malbata qiralî bike

3:21 min

Malbata qiralê Swêdê her ku diçe mezintir dibe û kesên ku ji malbatê temsîla wê dikin jî zêde dibin. Niha şeş partiyên parlemana Swêdê dxwazin nefeqeya dewletê ya ji bo malbatê li ber çavan derbas bikin.

Çar partiyên mixalefetê li gel herdu partiyên desthilatê yên di komîsyona destûrê de li ser wê lihev kirine ku lêkolînekê di vî warî de bikin. Wan naveroka wê lihevhatinê îro di rojanmeya Svenska Dagbladet de belav kiriye.

Yek ji pirsan ew e bê ka çend kes ji malbata qiralî dikarin xwedî statûyeke resmî bin. Ew partî dinivîsin ku malbata qiralî niha ji 15 kesan pêk tê û 11 kesan ji wan mafê mîratê qiralî heye. Ew diyar dikin ku ev hejmar dê li gel wextî zêdetir be. Lewma ew dixwazin vê pirsê gotûbêj bikin û nefeqeya dewletê ya ji bo malbata qiralî û kesên di wê malbatê de dikarin xwedî statû bin li ber çavan derbas bikin.

Berpisiyarê Komîsyona Destûrê li parlemanê Andreas Norlén (M) diyar dike ku ev pêdeçûn û lêkolîn ji bo meşrûbûn û bawerbûneke domdirêj ya bi malbata qiralî re giring e. Herweha ji bo ku mirov di siberojê de hejmareke bêsinor ya kesan ji malbatê nebîne ku caverêyê wê bikin ku bi alîkariya dewletê wezîfe û karên xwe fînanse bikin.

Heta niha çi deng li dijî vê lêkolînê ji malbata qiralê nehatine bihîstin. Berpirsiyarê zanyariyan li koşka qiralî Margareta Thorgren dibêje ji Swêdê re tiştek baş e ku mirov çarçoveyên zelal ji bo birêveberî û qiralgeha me re durist bike û wê bihêz bixe.

Ev şeş partî di vê nvîsa xwe de diyar dikin ew dê heta guhertinê di gelek tiştên din de bikin yên mîna sîstema dana medalye û nîşanên resmî jî. Herî dawî di salên hefteyan de ew sîstem hat guhertin û êdî li gor wê guhertinê qiralî nîşanên resmî nebexişandine hevwelatiyên xwe.

Di budceya sala 2018yê de 139,199 milyon kron ji bo nefeqeyên malbata qiralî hatine terxan kirin. 49% jê li koşkên dewletê û koşkên qiralê tên serif kirin. 51% jî dibe nefeqeya malbata qiralî ku tê mezixandin ji bo karên fermî û şexsî yên endamên malbatê û miaşên karmendan.

Ji sala 2013yê ve divê malbata qiralî wekî her rêxistineke din bîlançoya ekonomiya xwe bi timamî pêşkêş bike. Niha heta mesrefên nûnerîkirin û seferên wê jî tên rapor kirin, lê ew ne mecbûr in mesrefên prîvat rapor bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".