Stefan Löfven dixwaze peymana bi Îranê re berdewam be.
Stefan Löfven dixwaze peymana bi Îranê re berdewam be. Wêne: Wiktor Nummelin/TT

Swêd û serkirdeyên Ewropayê piştgiriyê didin peymana bi Îranê re

2:05 min

Yek ji xalên serekî di civîna Yekîtiya Ewropayê de li Sofya pewendiyên bi Amerîka û Îranê re bûn. Serkirdeyên Ewropa bi yekdengî diyar kir ku ew li pişt peymana bi Îranê re ne û ew dê hewil bidin ku şîrketên Ewropî di karkirina xwe de bi Îranê re berdewam bin.

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven li Sofya got pir giring e ev peymana bi Îranê re bê bicî anîn û peywendiya bicîanîna wê bi ewlekariya Ewropayê û çîhanê ve û rêgirtinê li ber çekên atomî heye. Wî herweha tekez li wê kir ku divê rê bê xweş kirin li ber şîrketên ewropî ji bo karkirinê li gel şîrketên îranî.

Demê ku wezîrê derve yê Îranê roja sêşemê li gel wezîrên derve yên Fransa, Elmanya û Birîtanyayê tevî berpirsiyara derve ya Yekîtiya Ewropayê civiya, wî daxwaza garantiyan ji wan kir ku şîrketên Ewropî di karkirin û tîcareta xwe de bi Îranê re berdewam bin. Hîngê çi soz û garantiyên weha jê re nehatin dan.

Lê serkirdeyên dewletên endam di Yekîtiya Ewropayê di civîna ku doh li Sofya de hatibû kirin dixwazin piştgiriya wan şîrketên welatên xwe bikin yên ku dixwazin di karkirina xwe de bi Îranê re berdewam bin û tirsa tedbîrên cezayan ji ber biryara Amerîkayê li ser wan hebe.

Li gor çavkaniyeke Yekîtiya Ewropayê çend Îran hurmetê li peymana atomî ya bi wan re bigire dê Yekîtiya Ewropayê jî di piştgiriya xwe de bo wê peymanê berdewam be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".