Şopeke nû di kuştina Olof Palme de

3:08 min

Kovara Filter îro zanyariyên nû derbarê zilamekî belav dike ku roleke serekî ya wî li ciyê kuştinê hebû, demê serokwezîr Olof Palme sala 1986ê hatin kuştin.

Li gor Filter grûpa ku lêkolînê di kuştina Palme de dike jêpirsîn li gel kesên nêzîkî wî zilamî kiriye. Lê berpirsiyarên lêkolînê di grupa palme de Krister Peterssson diyar dike ku ew ji ber ewlehiya lêkolînê naxwaze behsa kesên jêpirsîn pêre tê kirin bike.

Ew zilamê ku niha ciyê şikê ye û em dikarin bi Sture bi nav bikin, di wextê kuştina Palme de 50-salî bû. Wî hîngê li nêzîkî ciyê kuştinê kar dikir û her bi gotina wî bi xwe, ew  20 metran wêdetirî Palme û jina wî bû, li cadeya Sveavägen, demê serokwezîr hat gullebaran kirin.

Ew zilam ji wan kesên yekê bû ku hatin ser kelexê Olof Palme. Ew sala 1989ê demê şehdehiya xwe li dijî Christer Peterssonî li dadgehê behsê bûyera kuştinê dike.

Sutre dibêje demê ez li naversta peyarêyê diçûm ez li kesekê li ser piştê li erdî raketî likumîm. Ez xwînê dibînim. Ez radiwestim û dudil dibim ka ez ber bi stasyona metroyê biçim yan li wir bimînim.

Sture gotinên xwe her diguhertin û ew qet li gel gotinên şahidên din yên li ciyê bûyerê bûn lihev nedihatin. Hans Holmér berpirsiyarê wê demê yê lêkolînê digot Sture ciyekê emzin di lêkolînan de girt û barek giran bû li ser lêkolînê, lê ew bêsûc bû.

Li gor agahdiyên ku kovara Filter îro belav dike Sture hem temrîn û hem pêşbirkî di segvaniya debanceyê de kiriye. Herweha wî peywendiyeke nêzîk bi cîrenekê xwe re hebû ku karê wî komkirina sîlehan bû û bi taybetî debanceyên ji cureyê Magnum ji rengê di kuştina palme de hatiye bikar anîn.

Sture destpêka sala 2000 mir û kesê ku sîleh kom dikirin jî beriya çend salan mir. Grûpa Palme jêpirsîn li gel nivîskarê reportaja di kovara Filter de belav bûye derbarê van zanyariyên wî kir. Dûre wan jêpirsîn kêmtişt bi sê kesên peywendî bi Sture û komkerê sîlehan re hebû.

Gelek şop ji bo peydakirina kujekê palme ji demê bûyerê û hetan niha ketine ber lêkolînê, wekî şopa Afrîqa, ya kurdan û ya Christer Petterssonî, lê di encamê de kujek nehat dîtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista