.
Wêne: Isabell Höjman/TT

Jiyana nexweşan ji ber xemsariyê rastî xeterê dibe

2:36 min

Nexweş rastî xetera mirinê dibin demê karmendên saxlemiyê bi xemsarî miameleyê li gel biryarên peywendî bi jiyana nexweşan heye dikin. Mebest jê biryara doktorî ye derbarê sinordarkirina îlaca nexweşan.

Her sal doktor li Swêdê bi dehan hezar biryaran derbarê sinordarkirina îlaca nexweşan didin. Yanî ew alîkariya ku dikaribû jiyana nexweşekî dirêj bike jê re neyê pêşkêş kirin.

Mebest jê ew îlac e ya ku dikare bêtir ji alîkariyê zerarê bigehîne nexweşekî. Mîna ku nabe karmendên saxlemiyê ji nexweşekî re ku di qonaxên nexweşiya kanserê yên dawîn de be hewla vejandina dil û pişikê bide.

Beşê nûçeyan yê Radyoya Swêdê Ekot lêkolîn li ser bi sedan haletên sinordarkirina îlacê kiriye û di wî warî gelek şaşî û kêmasî dîtine. Ji bo nimûne diyar bûye ku karmendan carna dosyeyên nexweşan tevlihev kirine û alîkarî nedane wan yên diviyaba wê bistînin û berûvajî.

Di yek ji pênc biryarên sinordarkirina îlacê de doktorî di biryara xwe de sedema wergirtina wê biryara xwe diyar nekiriye. Torsten Mossberg bispor li Cavdêriya sexbêrî û saxlemiyê derbarê yek ji wan haletan dibêje ev pir bifelaket e û qet nabe weha be.

Hin halet jî hene li gor bisporan diviyabûya doktoran qet îlaca wan nexweşan sinordar nekiribûya. Yek ji wan zilamek e ku bi Mattias hatiye binav kirin. Wî seqetiya-CP heye û demê ew 29 salî bû ew rastî kulbûna pişikê bû û tengiya nefesê girt û li nexweşxaneya Lund hat razandin.

Li wê derê doktorî biryar da eger rewşa wî xerabtir bû nabe li nexweşxaneyê heta eger pêwîstiya wî bi vejandina dil û pişikê bû yan rastî nefestengiyê bû alîkariya wî bê kirin.

Dayika Mattiasî li dijî wê biryarê derkeft û doktorek nû jê re hat destnîşan kirin û doktora nû biryara sinordarkirina îlacê hilweşand û ew zilam niha 30 salî ye.

Bi gotina Torsten doktorî biryara xwe ya sinordarkirina îlaca Mattiasî bi ecele dabû, bê ku ji xwe re zanînek giştî li ser Mattiasî û jiyana wî  peyda bike û bê ku bi kesên jê re nêzîk têkiliye dane. Biryarek weha dikaribû bibe sedema mirina Mattiasî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".