.
Wêne: Isabell Höjman/TT

Biryarên çarenivîssaz li nexweşî tên veşartin

2:57 min

Haya gelek nexweşan ji wê nebûye ku doktorên wan biyara rawestandina wê îlacê dabû ya ku dikaribû jiyana wan dirêjtir bike. Herweha karmendên saxlemiyê jî hewil didin biryarên ji wî cureyî li nexweşan veşêrin.

Ji bo nimûne Bengt, babê Anne Charlotte li nexweşxaneyê mir bê ku kesekê wî yên nêzîk li wir be. Kesê ji malbata wî pê agahdar nebû bê ka ew çend nêzîkî dawiya xwe bûbû û keça wî qet pê nizanîbû ku doktorî biryara sinordarkirina îlaca babê wê Bengtî dabû.

Ji ber ku doktor bi wê bawerê ye ku ew îlac û alîkarî di encamê de jiyana wî nexweşî rizgar nake, evca ew biryara rawestandina her cure îlacekê ya dirêjkirina jiyana nexweşî dide. Hersal bi dehan hezar biryarên weha ji aliyê doktoran ve tên standin.

Bi gotina Anne Charlotte keça Bengtî heger wan di wextî de zanîba ku doktorî briyarek weha daye dê helwîsta wan li hember wê hebûya. Keça wî dibêje heger me zanîba ew di dawiya jiyana xwe de ye kêmtişt em dê bêtir li cem wî bûna.

Beşê nûçeyan yê Radyoya Swêdê Ekot di lêkolîneke xwe de eşkere kiribû ku gelek xemsarî di vî warî de ji aliyê dokotr û karmendên saxlemiyê ve tên kirin. Niha jî Ekot diyar dike ku di gelek haletan de doktoran ji nexweşan re behsê wê biryara xwe nekirine ku êdî jiyana wan nayê dirêj kirin û ji karmendên saxlemiyê jî xwestine ku ew nexweşan pê agadar nekin û lê veşêrin.

Ji wan 187 haletên Ekot lêkolîn li ser kriye diyar dibe ku di 16% ji wan de doktorî şêwirî bi nexweşan re nekiriye û jê re behsê sinordarkirina îlaca vejandina wan nekiriye..

Li Nexweşxaneya Skåne Universitetssjukhus jineke nexweş bi ser kaxezekê hilbû ku doktorê wê îlaca domdana jiyana wê rawestandiye û ew pê şok û êciz bû. Zedeyî vê jî şefê nexweşxaneyê ji wê êciz dibe ku haya nexweşê ji wê biryarê çêbû û tevî ku wî bi nivîskî ji karmendên nexweşxaneyê xwestibû ku ew biryar biveşarkî bimîne.

Torsten Mossberg li Çavdêriya sexbêrî û saxlemiyê dibêje ev tiştek ecêb e ku mirov dinivîse ku nabe karmend kesê nexweş li ser wê biryara ku eleqe bi jiyana wî heye agahdar bikin û ew reftarek weha bi şaş dibîne.

Ev berûvajiya qanûnê ye û biryarên doktorî derbarê saxlemiya nexweşî divê bi şêwiriyê bi nexweşî re bê dan. Di gelek haletan de neweş miriye bê ku ew bi xwe yan kesûkarên wî yên nêzîk pê bizanibin ku doktorî îlaca domandina jiyana wan rawestandiye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".