.
Wêne: Emilie Rosén/Sveriges Radio.

Swêdî nezaniye lew bi rawestandina îlacê nehatiye agahdar kirin

2:05 min

Di berdewamiya lêkolînên Ekot yên di nava bingehên saxlemiyê de eşkere bû ku nexweş li nexweşxaneya Karolinska bi wê nehatine agahdar kirin ku karmendên saxlemiyê êdî îlacên domkirina jiyanê nadine wan.

Sedema neagahdarkirina nexweşan bi biryara sinordarkirina îlacê jî li gor doktorî ew bûye ku wan nexweşan zimanê swêdî nezaniye.

Marie Bennermo şefa doktoran li Karolinska vê rexne dike û dibêje bê şik ev ne baş e. Bi gotina wê eger nexweşî kêmasiyên zimanî hebin divê ew wergêrekî jê re peyda bikin.

Eger bingeheke saxlemiyê biryarê bide ku îlaca nexweşekî sinordar bike û alîkariya vejandina ji bo nimûne dil û sihên wî rabiwesîne divê doktor, eger îmkan hebe, bi nexweşî û kesûkarên wî re bişêwire.

Lê demê beşê nûçeyan yê Radyoya Swêdê Ekot vekolînê li ser 187 briyarên ji wî cureyî yên nexweşxaneyên Karolinska û Södertälje dike, jê diyar dibe ku di kêm haletan de doktorî gorûbêj li ser biryara xwe bi nexweşî re kiriye.

Di piraniya dosyeyan de nehatiye nivîsîn bê ka sedema neagahdarkirina nexweşan çi ye. Lê ji bo nimûne di hinek haletan de hatiye nivîsîn ku sedem ew e ku nexweş nikarin bi swêdî biaxivin yan problem û kêmasiya wan ya zimanî heye.

Li nexweşxaneya Karolinska ji pênc nexweşan yek bi briyara doktorî ya sinordarkirin yan rawestandina îlacê hatine agahdar kirin. Marie Bennermo dibêje ew niha piştî vê lêkolîna Ekot dê li ser rutîn û awayên karkirina xwe rabiwestin.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".