Michael Arthursson dibêje namzedên bi eslê xwe biyanî li herî jorê lîsteya wan in.
Michael Arthursson dibêje namzedên bi eslê xwe biyanî li herî jorê lîsteya wan in. Wêne: Bertil Ericson / TT

Namzedên biesil biyanî yên Navendê kêm in

1:59 min

Tevî ku partiya Navendê (C) her xwestiye kesên bi eslê xwe biyanî bîne nav partiya xwe û siyasetê, lê wê niha kêmtir namzedên bi esil biyanî ji bo hilbijartinên li pêşya me yên parlemana Swêdê hene.

Buroya statîstîkê ya navendî (SCB) li ser daxwaza beşê nûçeyan yê Radyoya Swêdê serhejmarek derbarê eslê wan şeş hezar namzedên ji bo hilbijartinên parlemana Swêdê kiriye.

Di nava wan berbijêran de 15% bi eslê xwe biyanî ne, yanî yan ew li derveyê Swêdê ji dayik bûne yan jî dêûbavên wan xelkê derveyê Swêdê ne. Ev hejmara namzedên bi eslê xwe biyanî ya îsal bilindtir e ji wê ya hilbijartinên buhurî yên parleman Swêdê ku 13% bû.

Partiya Navendê îsal kêmtirîn hejmara berbijêrên bi eslê xwe biyanî di nav lîsteya namzedên xwe de heye û ew jî 10%.

Sekreterê partiya Navendê Michael Arthursson dibîne ku ew hîn di wî warî de yên baştir in û balê dikişîne ser zêdebûna hejmara endamên wan yên ciwan yên bi esil Swêdî. Ew herweha tekezê li wê jî dike ku çend namzedên bi eslê xwe biyanî li herî jorê lîsteya wan ya berbijêran in.

Hejmra herî zêde ya namzedên bi eslê xwe biyanî 20% di nav berbijêrên partiya Sosyaldemokratan (S) de ye. Partiya Jîngehê (MP) bi dûre tê û 18% ji berbijêrên wê biyanîn ne. Partiya Çep (V) jî 17% biyanî di nav lîsteya namzedên xwe de hewandine.

Di nava partiyên hevgirtinê de partiya Moderatan (M) 16% namzedên bi esil biyanî di nav lîsteya xwe de hene. 11% ji namzedên Partiya Demokratên Swêdê (SD) jî bi eslê xwe biyanî ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".