Jenny Yourstone.
Berpirsiyara lêkolînê Jenny Yourstone. Wêne: TT/Jessica Gow/Heinz Angermayr

Kesên bi tawanên şerefê rabûne beriya wê hatine hikum kirin

1:56 min

Kesên ku bi tawanên şerefê rabûne û li ser hatine hikum dan, beriya wê li ser tawanên din jî hatine hikum kirin. Û gelek kesan ji wan îlaca problemên nefsî jî dîtiye.

Ev ji encama wê lêkolînê diyar dibe ya ku dezgeha lênêrîna tawanan (Kriminalvården) ji bo cara yekemîn kiriye.

Jenny Yourstone berpirsyara lêkolînan li dezgeha lênêrîna tawanan û ya ku bi vê lêkolînê rabûye dibêje van kesan gelek tawan kirine û problemên wan yên nefsî jî hebûne.

Bi gotina wê ji lêkolînê diyar dibe ku van kesan pîvanên xwe yên şîdetxwaz hene û ew li gor wan hereket dikin û encam jî dikare şîdet yan rengekê din yên tawanan be.

Lêkolîneran di vê xebata xwe de li dosyeya 60 hezar tawankarên hikumkirî temaşa kir û dîtin ku 97 kes ji wan li ser tawanên pêwendî bi namûsparêziyê heye hatine hikum kirin.

Mebest ji vê lêkolînê jî ew e mirov bizane bê ka ew kesên di vê grûpa tawankarên hukim kirî de çi cure karakterek heye û ka mirov ji bo baştirbûna wan û ji bo ku ew dîsan bi tawanek weha ranebin dikare çi tedbîran bistîne.

Tawanên şerefê jî ew in yên ku tê de kesê pê radibe hest pê dike ku ew wê dike da şerefa xwe ji dest nede û ev jî bi reftara keç û jinan ve tê girêdan.

Bi gotina Yourstone hînbûna van cure tawankaran bo zimanê swêdî dikare rê veke li ber wê ku ew pîvan û normên civaka Swêdê nas bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".