Özer Eken , Hakan Guner, Nurten Cengiz .
Özer Eken , Hakan Guner, Nurten Cengiz . Wêne: Radyoya Swêdê.

Hevwelatiyên Tirkiyeyê li Swêdê dengê xwe didin

3:16 min

24ê vê mehê li Turkiyeyê hilbijartinên parleman û serokkomariyê çêdibin û pirsa herî mezin ew e bê ka dê Recep Tayyib Erdogan dîsan bibe serokkomar. Li Swêdê jî vê şembî û yekşemê li Stockholmê dengdan tê kirin.

Radyoya Swêdê derbarê hilbijartinan li Swêdê dîdar bi nûnerê partiya AKP û  dijberên wî yên siyasî re kir.

Hakan Guner berpirsiyarê partiya CHP li Swêdê van hilbijartinan bi giring dibîne. Ew ji wan yên li Swêdê ji bo dengdanê dudil in dixwaze ku herin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe li dijî destilata yekkesî, li dijî serdestbûna dîktatoriyê li Tirkiyeyê bidin.

CHP li Swêdê ti carî partiyek mezin nebûye û li gor Hakan Gunerî wan kampanyaya xwe ya hilbijartinan bi îmkanên kêm û zêdetir bi rêya medyaya sosyal kiriye. Ew ji wê ditirse ku piştî pazde salan di desthilatê de Erdogan dîsan bibe serokkomar û xwedî desthilatek bê sinor.

Parsal di referandumekê de sîstema serokatiyê ji bo Tiriyeyê hat erê kirn. Piştî van hilbijartinan ev sîstem tê bicî kirin û Tirkiye ji dewleteke parlemanî dibe xwedî sîstemeke serokatiyê.

Özer Eken berpirsiyarê partiya AKPê ye li Swêdê û ew dibêje ji ber ku Erdoganî gelek karên baş bo Tirkiyeyê kirine lewma gerek e AKP bê hilbijartin.

Bi gotina Özer Eken 40 000 kesan li Swêdê mafê dengdanê heye û hejmar li hemî Ewropayê dora yek milyonê ye û bandora vê hejmarê dê li ser encamên hilbijartinan hebe.

Ew diyar dike ew wekî li Tirkiyeyê, li gelek bajarên Swêdê yên mîna Stockholm, Göteborg, Malmö li deriyên malan dixin û hewil didin afîşan jî dabileqînin.

Piştî van hilbijartinan dê serokkomar bibe xwedî bêtir desthilat û dikare parlemanê hilbiweşîne û dadweran jî wezîfedar bike.

Nurten Cengiz nûnera partiya HDP li Swêdê diyar dike ku ew hewil didin xelkê teşwîq bikin ku biçin û deng bidin. Bi gotina Nurten Cengiz dengên Swêdê û Ewropayê ji bo partiya HDPê gelek giring in û ew bi bîr tîne ku wan di hilbijartinên buhurî de gelek destek li Swêdê bi dest ve anî.

Partiya HDP di hilbijartinên derbasbûyî yên parlemana Tirkiyeyê de berbesta parlemanê ya 10% bû derbas kir. Lê ev sal û nîv e serokê HDP Selahattin Demirtaş namzedê partiyê yê serokkomariyê di zîndanê de ye.

Dengdan li Swêdê ji bo hilbijartinên parleman û serokkomariya Tirkiyeyê herdu rojên şembî û yekşemê û bes li ciyekî bi tenê tên kirin û ew jî Kistamässan e li Stockholmê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".