Osmanen Germania, Danmark, mordförsök
Hevpeyvîn bi Beşir Kavak re li ser vekolîna hewldana kuştinê ya li Danîmarka. Wêne: Nasser Sina & Vîdyoya muzîkê ya Osmanen Germania.
Beşir Kavak:

"Li Swêd jî kesên di hedefa Tirkiyê de hene!"

9:39 min

Ev çend roj in Radyoya Swêdê vekolîneke li ser hewldana kuştina hin muxalifên Tirkiyê yên li Danîmarka diweşîne. Beşir Kavak, ku yek ji vekolînerên raporê ye dibêje eger li Swêdê hewldaneke li hemberî muxalifan pêk were ev wê bêhtir bişibe metoda li Danîmarka. Yanî êrîşeke bi awayê çetewarî.

Raporên li ser hewldana kuştinên muxalifên Tirkiyê li Danîmarka ciyekî berfireh di çapemeniya Swêdê de digrin. Ev vekolîna berfireh ji aliyê rojnamevanên Radyoya Swêdê Daniel Öhman û Beşir Kavak ve hatiye kirin.

Derbarê vekolînê de me hevpeyvînek bi Beşir Kavak re kir da ku ew hin pirsan zelal bike:

  • Gelo ew çawa dizanin ku Tirkî hewl daye hin kesan bikuje?
  • Hedef kî bûn û li ser kesên dê bûbane mêrkuj çi agahî hene?
  • Çi delîl hene ku guman ji dewleta Tirkî têne kirin?
  • Li hemberî muxalifan li çi dewletê çi metod têne ditin? 
  • Çi elaqeyê vê lêkolînê bi Swêdê re heye?

 Ji bo hevpeyvînê û bersiva pirsan li hevpeyvîna dengî guhdarî bike!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".