.
Jindar Espar Wêne: Privat, Wiktor Nummelin/TT

Jîndar: Min ji biçûkiyê ve dixwest kupa dinê bibînim

2:22 min

Îro li Moskvayê Şampiyoniya Cîhanî ya futbolê ya sala 2018yê  bi beşdariya tîmên futbolê yên 32 welatan dest pê dike.

Lîstika destpêkê ya vê şampiyoniyê dê ya Rûsya li hember ya Erebistana Siûdî be. Lîstika dawiyê jî 10ê meha heft tê kirin. Swêd di gera yekê de bi Kûreya Başûr û Meksîk û Elmanyayê re dilîze û roja duşemê lîstika xwe ya yekê li hember Kûreya Başûr dike.

Jîndar Espar ji Stockholmê dê çend rojên din ji bo temaşekirina lîstikên Şampiyoniya Cîhanî here Rûsya.

Yek ji Lîstikên ku jîndar dixwaze bibîne Swêd û Meksîk e û ev dê cara yekê be ew ji nêzîk ve li lîstikên futbolê yên Şampiyoniya Cîhanî mêze bike û ev ji bo wî hesteke taybet e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".