Kvinna.
Ulla Andersson, şef li xizmeta karûbarên pîrûkalan li Eskilstuna. Wêne: Mona Hambraeus/Sveriges Radio.

Xizmeta pîrûkalan pêwîstî bi gelek karmendan heye

2:09 min

Bingehên saxbêriya salmezinan ji bo xizmeta pîrûkalên ser 80-saliyê de, di heşt salên li pêşiya me de pêwîstî bi bêtir ji 100 000 karmendan heye.

Niha gelek zehmet e karmendên perwerdekirî û jêhatî ji bo xizmeta kalûpîran peyda bibin. Tirsa wê heye ku wêdetir peydakirina wan hîn zehmettir be.

Hejmara kalên ser 80-saliyê de li Swêdê gelek zêde dibe û texmîn tê kirin di heşt salên li pêşiya me de û ji bo xizmeta wan pêwîstiya bingehên xizmeta pîrûkalan bi bêtir ji 100 000 karmendan hebe.

Li gor Ulla Andersson şef li xizmeta karûbarên pîrûkalan li Eskilstuna ji wan re pir zehmet e ew karmendên bi kêrî wî karî tên peyda bikin.

Li gel zêdebûna kesên ser temenê 80-saliyê de û ji bo ku mirov bikare xizmeta wan bike divê hejmara cih û karmendan jî ji bo xizmeta wan zêdetir bin. Lewma û li gor pêşbîniyeke meclîsa şaredarî û parêzgehên Swêdê (SKL) pêdivî ye 146 000 karmend heta sala 2026ê bên şuxulandin.

Lê demê Ulla Andersson li Eskilstuna bi îlanekê li dû karmendên nû geriya, kêm kesan bersiv da û daxwaza karî kir. Bi gotina wê kesên ji bo wî karî perwerdekirî yên wekî binhemşîre û ji bo lênêrîna pîrûkalan perwerdekirî pir kêmtir ji caran li karên weha digerin.

Nebes bi tenê li Eskilstuna rewş weha ye, lê li gor Caroline Olsson ji meclîsa SKL ji lêkolîneke wan ya sala 2016yê diyar bû ku piraniya şaredariyan problema peydakirina kesên jêhatî û xwedî perwerde ji bo karên xizmeta pîrûkalan heye.

Bi gotina Caroline Olsson heta ciwanên ku vî karî dikin jî, piştî demekê dev ji karên xwe berdidin û derbasî xwendinên bilindtir yan karên din dibin û ev problemê hîn mezintir dike.

Pêwîstiya zêde bi kesên ku dikarin xizmeta pîrûkalan bikin û zehmetiya peydakirina kesên bikêr wan karan tên Ulla Anderssonê nearam dike. Ew niha senga xwe têxe ser pirsa bê ka ew çi bikin ji bo ku ew bala xelkê bêtir bikêşin ser karê xizmeta pîrûkalan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".