Annika Strandhäll, wezîra sîgortaya sosyal.
Annika Strandhäll, wezîra sîgortaya sosyal. Wêne: Henrik Montgomery/TT

Annika Strandhäll dixwaze saziyên saxlemiyê bibin yek

1:45 min

Wezîra sîgortaya sosyal Annika Strandhäll (S) dixwaze Lênêrîna nexweşan ku dibêjinê sjukvård  û xizmeta kalûpîran ku dibêjinê äldreomsorg di bin yek banî de bin. Ew Skottland di vî warî de wekî nimûne bi nav dike ku wan ew herdu beşên sexbêriyê ji bo mesrefeke kêmtir û kalîteyeke çêtir kirin yek.

Strandhäll dibêje mebest ew e ku yên pîr û kal neçar nebin li dû lênêrîn û xizmetê bigerin, lê ew lênêrîn û xizmet li dor wan bicive. Ew hêvîdar e ku ev yekkirin bi awayekê dilxwaz çêbibe û ew neçarî wê nebin ku bi qanûnekê van herdu saziyan bikin yek.

Beriya du salan li Skottland ew her du cure saziyên ji wî rengî hatine yekkirin û bûne xwedî yek birêveberî û yek budce. Li Swêdê jî li Norrtälje karekê ji vî terzî hatiye kirin. Sosyaldemokrat dixwazin ev mînak li sernaserê Swêdê bê bicih kirin.

Lê Doktor Nick Goodwin şefê International Foundation for Integrated Care hişdariyê li ser van cure yekkirinan dide û ew nimûneya Îngeltere bibîr tîne ku derencamên nebşa yên wê cure yekirina îcbarî li ser beşê tenduristiyê li wî welatî hebûn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".