.
Wêne: Larsen, Håkon Mosvold/NTB scanpix

Greva pîlotan 22 seferên Ryanair disekinîne

2:19 min

Ji destpêka îro sibehî ve pîlotên swêdî ku li şirketa Ryanair dixebitin, ketine grevê de. Ev yek tesîra xwe li trafîka şirketa ya balafirgeha Skavstayê dike. 22 sefer ku biryar bû îro ji Skavsta derkevin yan jî li wê derê dakevin, îro hatine betalkirin.

Martin Lindgren, serokê sendîkaya pîlotên Swêdê, îro dema ku bi rê de bû û diçû balafirgeha Skavstayê, ji Radyoya Swêdê re got ku sedema vê asêbûnê ew e, ku şirketa Ryanair hîn jî fêm ne kiriye ku rola sendîkayê di gelek pirsên elaqedarê rewşa pîlotan de mezin e. Û ji bo wilo jî ew şirket qebûl nake ku bi sendîkayê re rûnê û gotûbêjê derbarê daxwazên karmendan de bike.

Nakokiya ku derketiye holê bingeha wê ew e, ku karmendên swêdî yên di şirketa Ryanair de kar dikin, daxwaza garantiyên baştir ji bo teqda’udê ji şirketê dikin.

Lê şirketê ji roja pêşî de gotiye ku ew qebûl nakin li gel sendîkayê rûnên, ji ber ku ew naxwazin li gel nûnerên sendîkayê yên ku li şirketên din kar dikin, gotûbêj derbarê rewşa şirketê ya navxweyî bikin û her tiştê şirketê bo wan zelal bikin.

Şirket dibêje ku sendîkayên welatên din ev şert qebûl kiriye. Lê Martin Lindgren dide xuyakirin ku ji bo sendîkayên din hesan e ku van şertan qebûl bikin, ji ber ku hejmara karmendên wan welatan ên li Ryanair kar dikin mezin e, û dikarin nûnertiya xwe bikin. Lê li Swêdê rewş cuda ye.

Hejmara karmendên swêdî yên di Ryanairê de ne gelek in, û pêdiviya wan bi nûnerên sendîkayê yên şareza û zana, ku ji hiqûqên kar fêm dikin, heye.

Lê Lindgren diyar kir ku hîn jî şirket naxwaze bi wan re rûnê. Û heger rewş wisa berdewam bike, ne dûr e ku karmend rojên din ên grevê li dar bixin.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".