Akilov Kumla
. Wêne: Per Knutsson/TT, Polisen

Hebsçiyekî di zindanê de li Akilov xist

1:02 min

Heftiya çû hebsçiyekî ku endamê çeteyên krîmînel bûye, li zindana Kumlayê li Rakhmat Akilovî xist, li gor agahiyên televizyona Swêdê, SVT.

Akilov hukmê zindana miebed bi sûcê terorîstî li ser wî derket, ji ber ku wî sala çû bi kamyonekê li cadeya Drottninggatan a navenda Stockholmê pêl xelkê kir û 5 kes jiyana xwe di vê tawana terorîst de jiyana xwe ji dest dan.

Li gor dezgeha zindanê, zilamekî 24 salî ku di eynî zindanê de hebsçî ye, bi zorê derbasî hicreya Akilovî bû. Akilov xwe li ser erdê dirêj kiribû, û vî zilamî çend caran lê xist.

Ew herdu niha ji hev hatine cudakirin û her yek li hicreyekê dimîne. Heta niha ne diyar e Akilov çiqas êşiyaye.

Karin Eldbom ji dezgeha polîsan dide xuyakirin ku dê polîs lêkolînekê derbarê vê bûyerê veke, û paşê dê bibînin ka çi tawan derheqê Akilovî de hatiye kirin.

Ev bûyer, dema ku Rakhmat Akilov nih gihişt zindana Kumlayê ya ji bo sûcdarên giran, rû da.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".