Isabella Lövin .
Isabella Lövin (MP). Wêne: Henrik Montgomery/TT

Partiya Jîngehê 50 milyaran ji bo avûhewayê pêşniyaz dike

1:21 min

Partiya Jîngehê (MP) dixwaze di 4 salên li pêşiya me de 50 milyar kronan li ser baştirkirina avûhewayê li Swêdê bimezixîne. Yek ji armancan ew e ku dilopa herî dawîn ya fosîlê ya herî dawî sala 2030ê bê firotin.

Îro Partiya Jîngehê ev pêşniyaz di nava pakêta xwe ya reforman di konferanseke rojanmevanî de li parlemana Swêdê pêşkêş kir.

Hevseroka partiyê Isabella Lövin di wê konferansê de got ku gerimbûna global pirseke mezin ya mirovatiyê ye. Wê tekez li wê kir ku divê ew siyaseteke xîretkêş û lezgîn ji bo kêmkirina bermayên li Swêdê têne berdan bigirine ber 

Bi gotina Lövin dê ew 50 milyar di çarçoeya budceya wan çar salan de bê peyda kirin. Ew herweha bi wê re ye ku baca jîngehê bê zêde kirin. Ew wekî nimûne behsa zêdekirina baca firîna bi balafiran dike û diyar dike ku dê hersal û bes ji wê yek milyar kron bikevin nav xizîneya dewletê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".