Isabella Lövin, partiledarutfrågning
Isabella Lövin, hevseroka Partiya Jîngehê (MP). Wêne: Jimmie Eliasson/Sveriges Radio

Isabella Lövin li gel dana îqameya daîmî ye

2:53 min

Hevseroka Partiya Jîngehê (MP) Isabella Lövin di jêpirsîn îro ya Radyoya Swêdê de berevanî ji mafê ku dîsan malbatên penaberan bigihîjin hevûdu kir.

Wê herweha di bersiva pirsiyarekê de got ku îqameya daîmî çereyek baştir e ji ber ku ew şansekê bêhtir dide penaberan bo xweakincîkirinê li Swêdê.

Lê wê nexwest bersiveke rasterast li ser pirsa bê ka ew dixwazin vegerin ser qanûna koçê ya beriya 2015yê bide û bes got ku ew mafê yekkirina malbatan û dana îqameya daîmî bi kar û siaysetek jîr û mirovayetî dibînin.

Partiya Jîngehê bi piştgiriya Partiya çep (V) û ya Navendê (C) qanûna lîseyê ya ku dê şansa man û xwendinê bidabûya 9 000 penaberan di parlemanê de derbas kir. Lê ew qanûn di warê bicihkirinê de rastî astengan bû. Li gor şêwirdariya qanûnî ji ber kêmasiyên di qanûnê de diviyabûya ew derneketibûya. Herweha piştî derketina wê du dadgehên koçê ew qebûl nekir.

Isabella Lövin dibêje piraniya parlemanê piştgirî daye qanûnû, lê wê texmîna nebawerbûna bi qanûnê nedikir 

Partiya Jîngehê niha li gel Sosyaldemokratan di hikûmetê de ye, lê Isabella Lövin di bersiva pirsiyarê de derbarê beşdarbûna wan di koalîsyonên piştî hilbijartinan de got ew ji bo danûstandinan vekirîne. Ew dibîne ku ew dikarin bi pariya Navendê (C) û Liberalan (L) re, ku niha partiyên mixalefetê ne, hevkariyê bikin.

Di warê jîngehê de isabella dibêje ku partiya wan li gel bicihkirina baca firîna bi balafiran e û ew herweha dê xebitin ji bo trênên pir lezgîn ku herî dawî di sala 2045ê de ew amade bin. Bi gotina wê ew dê xebitin ku toreka trênên lezgîn bi Ewrûpayê re hebe ku rêwî bi rêya wan, li şûna balafiran, zû bigehin cihên mebesta xwe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".