Lärare blir ifrågasatta när de undervisar om Förintelsen
Wêne: Berit Roald / NTB scanpix / TT, Tomas Oneborg / SvD / TT

Şagirt ji dersên derbarê Holokostê bi guman in

1:15 min

Foruma dîrokê, ”Forum för levande historia” materyelên dibistanê yên nû belav dikin, piştî ku ev yek ji aliyê mamosteyan ve hatibû xwestin.

Birêvebira giştî ya forumê, Ingrid Lomfors dibêje ku gelek mamoste pêwendiyê bi wan re dikin û dibêjin ku ew nikarin dersên derbarê komkujiya cihûyan, Holokostê, yan jî antîsemîtîzmê, dijberiya cihûyan, de bidin, ji ber ku gelek şagirt li dijî wan derdikevin û gumanan ji wan dikin.

Ev materyal bi mebesta alîkariya mamoste û şagirtên dibistana navîn hatiye derxistin. Bi rêya vê materyalê dê zaniyariyên derbarê dijberiya cihûyan di çarçoveyên dîrokî û ew dijberî di roja îro de werin belavkirin.

Ingrid Lomfors dibêje ku karê wan weke dezgeheke dewletê ew e, ku dîrokê biparêzin û belav bikin. Ji ber wilo, gerek ew materyalên dibistanê nû bikin ji bo ku dersên dîrokê li gor pêdiviya dibistan û şagirtan be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".