Cannabis.
Wêne: Matilde Campodonico

Zêdetir kes cannabisê li Swêdê bi kar tînin

1:51 min

Raporeke Televîzyona Swêdê SVT nîşan dide ku hejmara kesên balix û salmezin yên ku canabisê binizam di van salên dawiyê de, li Swêdê bi kar tînin zêde bûye.

Li gor Federasyona navendî ya zanyariyên derbarê alkohol û narkotîkayê (CAN) hejmar di navbera salên 2013yê û 2017yê de ji 2,5% bûye 3,6%. Ev zêdebûna 1,1% bi dîtina lêkolîneran hejmarek mezin e

Lêkolîn li ser wê jî hatiye kirin bê ka kesên di navbera 17 û 84 saliye de, di nava 12 mehan de çend caran cannabis bi kar aniye.

- Me dît ku yek ji sêyê bi awayekê mintezam cannabisê bi kar tînin. Yanî hejmar 80 000 heta 90 000 kes in, Mats Ramstedt lêkolîner li CAN weha ji Televîzyona Swêdê re dibêje.

Sedema zêdbûna kesên cannabisê li Swêdê bi kar tînin, li gor lêkolîneran hem ji ber ku mirov niha dikare bi rengekê ji berê hêsantir cannabisê bidest bixe û hem ji ber meyla biqaûnîkirina firotina wê li hinek deverên dunyayê, wekî li Kanada û li hinek wîlayetên Amerîkayê. Ev jî bi dîtina lêkolîneran weha dike ku zêdetir xelk hest pê bikin ku ew ne tiştekê xeter e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".