
Çavdêr dê hilbijartinên Swêdê kontrol bikin
Hilbijartinên Swêdê yên nehê îlona îsal dê ji aliyê çvadêrên navneteweyî ve hên kontrol kirin. Li gor Kent Härstedt serokê şaxê swêdî yê rêxistina hevkarî û ewlekariyê li Ewrûpa OSSE ev xwesteka Rûsyayê bûye.
Kent dibêje Swêdê di warê rexnekirina demokratiyê de li Rûsya dengekê bilind hebû û ew jî dixwazin di vî warî de eynî tiştî bikin.
Gelek dewlet û Rûsya li pêşiya wan bi dengekê bilindtir ji caran daxwaza wê dikin ku hilbijartin li rojavayê Ewrûpayê jî ji aliyê çavdêran ve bên kontrol kirin.
Ev dê cara yekê be ku du çavdêr hilbijartinan li Swêdê kontrol bikin. Hilbijartinên derbasbûyî li Elmanya, Îtalya, Îngilistanê û Dewletên Yekgirtî yên Amreîkayê ji aliyê çavdêrên navnteteweyî ve ji nêzîk ve hatine şopandin.
Ji tiştên ku bêhtir çavdêr dê li ser rabiwestin, li gor Thomas Rymer peyivdarê OSSE, ew e bê ka kampanyayên hilbijartinê çawa tên fînanse kirin, ka kartên dengdanên yên hemî partiyan di bingehên dengdanên de û bi taybetî li deverên dûr li ber dest in û pirsine ji wî rengî.