Dexûdan.
Wêne: Johan Nilsson/TT

Berhemên cotyaran dê îsal gelek kêm bin

1:19 min

Cotyarên Swêdê dê îsal kêmtir ji caran berheman biçinin û berhev bikin. Hişkiyê beşek ji tiştên ku cotyaran çandibûn xerab kirin û têk dan.

Vê bêhtir pêwendî bi giyayên ku zeyt û rûn jê tê durist kirin û dexlûdanî ku xwarin û ard jê tê çêkirin. Cotyaran ev rengên nebatan li erd û zeviyên berfereh û mezin çandin û li ber bûn vê payîzê wan biçinin û berhev bikin.

Lê havîna îsal ya pir gerim û bê baran gelek ji tiştê ku hatiye çandin hişik kiriye û beşek jê miriye. Dezgeha çandinê li Swêdê (Jordbruksverket) lêkolîn li ser vê pirsê kiriye û bi bawera wan dê berhemên dexlûdanî yên cotyaran îsal 30% û yên rûn jê tên durist kirin 44% kêmtir bin.

Li gor Harald Svenssson ji Dezgeha çandinê ev dibe egera ku pereyê dikeve destê cotyaran jî kêmtir be ji caran û dê rewşa gelek cotyaran zehmet û dijwar be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".