.
Wêne: Johan Nilsson/TT

Hijmartina dengan li birêveberiyên wîlayetan berdewam

6:29 min

Niha hijmartina dawiyê ya dengên hilbijartina 2018yê ji aliyê birêveberiyên wîlayetan ve tê kirin û gelek jê timam bûne, lê herêmên mezin pêwîstî bi wextekê zêdetir heye.

Diviyabûya ew îro ji hijmartinê timam bûna, lê Komisyona bilind ya hilbijartinan li Swêdê bawer nake ew hijmartin îro bi dawî were.

Li gor sîstema Swêdê ya hilbijartinan deng du caran tên hijmartin, carekê ji aliyê şaredariyan ve û cara duyê ji aliyê birêveberiyên wîlayetan ve.

Hijmartina berahiyê ya dengan li şaredariyan bi du merheleyan hat kirin. Cara yekê êvara bidawîhatina dengdanê û ew li bingehên hilbijartinan hat kirin û ya duyê roja çarşemê û ew jî dengên dengdana pêşwext yên ku dereng hatibûn bingehên dengdanê û herweha dengên ji derve hatibûn, hatin hijmartin.

Piştre dengên her herêmekê ji birêveberiyên wîlayetên wan herêman re hatin şandin. Herweha êvara hilbijartinê û roja çarşemê dengên partiyên din yên ku nakevin nav parlemanê nehatin hijmartin. Ew û tevaya dengên hemî hilbijartinan li cem birêveberiyên wîlayetan tên hijmartin û rapor kirin û dûre encama herî dawîn ya hilbijartinan diyar dibe.

Ji bo bêhtir zanyariyan derbarê sîstem û hemî pêvajoya hijmartina dengên hemî hilbijartinên Swêdê guhdariya gotûbêja pişka kurdî Radyoya Swêdê ya di pêveka dengî de bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".