Andreas Norlén bû serokê nû yê parlamena Swêdê

3:23 min

Îro di dengdaneke nihînî de Andreas Norlén wekî serokê parlamena Swêdê bi piraniyeke berbiçav ya dengan hat hilbijartin. Andreas Norlén ji partiya Moderatan e û ew berbijêrê hevbeş yê her çar partiyên benda Alliasen bû.

Îro bi serokatiya Beatrice Ask (M) wekî endama herî bêhtir di parlamenê de ye, parlamena Swêdê civîna xwe ya piştî hilbijartian ji bo destnîşankirina serokê parlamenê pêk anî.

Partiyên herdû bendên sorûkesk û ya Allinasen nikaribûn li ser kandîdekê hevbeş li hev werin, lewma partiya Sosyaldemokratan Åsa Lindestam wek berbijêra xwe li hmber berbijêrê Moderatan Andreas Norlén bi nav kir.

Herdu aliyan jî çi piraniyek di hilbijartinan de bidest ve neanîbû û ferqiya di navbera wan de yek kursî ye. Li vê derê Demokratên Swêdê ketin nav lîstikê û piştgirî dan kandîdê Moderatan li hember yê Sosyaldemokratan.

Lew di dengdana îro de Andreas Norlén 203 deng li hember 145 dengan bo Åsa Lindestam, bi dest ve anîn û wekî serokê parlamenê hat ragihandin. bi vî rengî Åsa Lindestam jî bû cîgira yekê ya serokê parlamenê.

Birgitta Dahl salên 1994-2002yê seroka parlamenê bû. Ew rola serokê parlamenê ji bo hevahengiya di navebra partiyên siyasî di parlamenê de giring dibîne. Wê sibeha îro ji P1 re got:

- Serokê parlamenê postekê xwedî berpirsiyarî ye û divê serokê parlamenê weha reftar bike ku bibe cihê hurmetgirtin û pêbaweriya gişan di parlamenê de.  

Serokê parlamenê ne bes karûbarên parlamenê birêve dibe, lê ew herweha rola serekî di çêkirina hikûmeta nû de dibîne. Ew piştî gotûbêjan bi partiyên di parlamenê de serokwezîrê nû pêşniyaz dike.

Serokê parlamenê heqê wê heye ku çar pêşniyazan ji bo destnîşankirina serokwezîrê nû pêşkêş bike. Eger çi ji çar hewlên wî sernekeftin divê hilbijartinek din di hundurê sê mehan de bê kirin. Wê demê ev hikûmeta niha dê bibe hikûmeteke birêveberirina karûbaran heta hikûmeteke din pêk tê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista