Şerê ragihandinê yê li ser medyayên civakî

6:34 min

Wextekî medyayên civakî weke amûrên pêşdexistina azadiyan û demokrasiyê dihatine dîtin. Lê vê dawiyê êdî dewletên otorîter wan li dijî muxalifên xwe mîna çek bi kar tînin. Di nav van dewletan de Tirkî û Îran jî hene.

Carê dewletan sîxur û casûsên xwe dişiyandin derve, hewl didan zilamên xwe têxin ciyên girîng da ku bikaribin xwe bigihînin zanyariyên veşartî û tesîrê li welatên din bikin. Di vî warî de bi sedan kitêb hatine nivîsandin, fîlm hatine çêkirin. Lê bi pêşketina teknolojî û bi taybetî Înternetê û medyayên civakî re awayê casûsiyê jî hatiye guhertin. 

Kesekî ku ji nêzîk ve li vî şerê ragihandina modern a li hemberî Swêdê meyizandiye Patrik Oksanen e.

Patrik Oksanen tehdîtên li hemberî Swêdê weke sê kategorî dabeş dike. Ew dibêje pêşengiya şerê ragihandinê li hemberî Swêdê Rûsya dike. Bi riya nûçeyên rûsî yên dijîtal gelek caran tarîx û zanyariyên cuda têne berovajî kirin. Nûçe, yan jî agahiya rast di deryaya derewan de difetise. Di şûna rastiyê de derew belav dibin. Amanca Rûsya piranî ew e ku seriyan tevlîhev bike, tesîrê li raya giştî bike.

Hêzeke din ku ne dewlet e, lê bi taybetî medyayên civakî pir baş bikar tîne ekstremîstên islamî ne. Ji bo van rêxistinan gelek caran belavkirina nûçeya êrîşekê ji êrîşê bi xwe gelekî girîngtir e. Di êrîşekê de belkî çend kesek werine kuştin, lê bi fîlmên li ser êrîşê ew xwe digihînin milyonan. 

Oksanen weke kategoriyekê behsa Rûsya û rêxistinên islamî dike. Kategoriya duyem ku ew behs dike dewleta Çînê ye. Bes cudahiyeke

Çînê ji Rûsya ew e ku tesîrê li aborî û siyasetê bike ye. Ew mîna kategoriya yekem rasterast berê xwe nade guhertina raya giştî. 

Û kategoriya sêyem ku li Swêd û Ewrûpa bi riya ragihandinê çalak in dewletên wekî Tirkî û Îranê ne. Amanca van her du dewletan tesîrkirin û sîxuriya li hemberî welatiyên wan ên li Swêdê ye. Yanî ji Tirkî û Iranê gelek koçber hatine Swêdê. Û ev herdu dewlet dixwazin ev penaber piştgirên wan bin, zanibin bê kesên mixalif li Swêdê çi dikin.

Berya niha Radyoya Swêdê derbarê casûsiya Tirkî ya li van welatan de çend rapor belav kiribûn. Polîsê Ewlekeriya Swêdê Säpo jî di rapora xwe ya dawî de behs dikir ku Iran di pey casûsiya penaberên îranî yên li Swêdê de ye. 

Heta niha eva ku em behs dikin peşkên hin hêz û rejimên otorîter ên ku digihine Swêdê ne. Îcar di nav xwe de jî van dewletan sîstemên gelek berfireh ji bo kontrolkirina welatiyên xwe çêkirine. Wek mînak di şerê Êfrînê de li Tirkî bi sedan kes ji ber nivîsên xwe yên di Twitterê de hatibûne girtin. Gelek kesên ku ji Ewrûpa diçine Tirkî ji ber naveroka Facebook an Twittera xwe têne girtin.

David Strömberg, professorê aboriya neteweyî li Zanîngeha Stockholmê ye. Wî ji nêzîk ve li kontrola Çînê ya navxweyî meyizandiye. 

Li Çînê ji dêla Twitterê bernameyeke bi navê Sina Weibo heye. Strömberg dibêje 600 000 alîgirên rejimê vê bernameyê bikartînin û ew ji bo rejima Çînê bûye amûreke xurt a kontrolkirina welatiyan. Wek mînak bi riya wê zû pê dihesin bê kengî, li ku, çi xwepêşandan dikare were li dar xistin û li gor wê tedbîrên astengkirinê digrin. 

Patrik Oksanen ku derbarê şerê ragihandina modern de kitêbek jî weşandiye bi berfirehî behsa wêya ku jê re dibêjin fabrîqeyên nûçeyên derew dike û nimûneyeke wiha dide. Ji bilî dewletan hin kesan jî keşf kirine ku mirov bi belavkirina nûçeyên derew re dikare pereyan qezenc ke. Yanî belavkirina derewan bûye bazareke aborî jî. 

Li Makedonya hin mitehit hene. Wextê ew nûçeyên derew li ser misilmanên Swêdê belav dikin, alîgirên Trump li Amerîka aciz dibin û pêl girêdankê dikin. Mitahit jî bi vî rengî pereyan ji Google Adwords qezenc dikin. Yanî derewa wan çiqas zêde belav bibe ewqasî zêde ew pereyan distînin.

Îcar ev gotûbêj tev pirseke wiha tîne bîra mirovan. Gelo berê medyayên civakî li ku ye?  

Gava di destpêkê de girseyên gel medyayên civakî bikaranîn xwepêşanderên hem dewletên ”bihara erebî” hem jî Îranê ji bo xwe lev bidin hev organîze bikin ev navgîn bi rengekî çalak bi kar anîn. Hingî baweriyek hebû ku medyayên civakî bibe amûreke di destê xelkê de ku rejim nikaribin kontrol bikin, ew bibe hêzeke erênî, demokrasiyê, xweîfadekirina azad pêş bêxe. Lê David Strömberg dibêje niha nerîneke cuda heye.

Tişta em niha dibînin ew e ku rejim jî van medyayên civakî li hemberî muxalifên xwe bi kar tînin. Û niha em bêhtir difikirin ku rejimên otorîter bi medyayên civakî êdî ciyê xwe xurttir dikin.


Besir Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista