Panêla klîmatê dixwaze zêdebûna germahiyê bê asteng kirin

2:56 min

Ferqiya nîv derceyê di germahiya avûhewayê dinyayê de dikare bi başî yan xerabî kar bike ser jiyana milyonên mirovan. Ev ji rapora panêla avûhewayê ya Neteweyên Yekgirtî (IPCC) diyar dibe.

Profesor Markku Rummukanien wekî swêdiyekî di panêla avûhewayê de ye û tekezê li wê dike ku ferqiya navbera zêdbûna 1,5 derce û 2 derceyên germahiyê tesîrê li ser jiyana milyonên mirovan dike . Bi gotina wî kelegermiyê hem tesîra xwe li ser mirovan û hem jî li ser civakê û xwezayê jî heye.

Berya sê salan di civîna Parîsê ya avûhewayê de hat pêşniyaz kirin ku divê germahiya dunyayê ji 2 derceyan zêdetir bilind nebe û baştir e jî ew ji 1,5 derceyê zêdetir nebe. Her li wê derê Panêla avûhewayê hat wezîfedar kirin ku li wê temaşa bike bê ka çi pêwîst e bê kirin ji bo ku ew nîv derceyê bê kêmkirin.

Niha ew panêla avûhewayê şiroveya xwe timam kiriye û ew li ser lêkolîn û raporên 6 000 lêkolîneran hatiye avakirin û wêneyekî derheqa wê berçav dike bê ka zêdebûna 1,5 yan 2 derceyên germahiyê ji bo vê dinyayê tê çi manayê.

Panêla avûhewayê ji bo nimûne diyar dike ku ladanên mircanî yên deryayên cîhanê li gel zêdbûna 2 derceyên germahiyê namînin û ji nav diçin. Lê ne dûr e ku di zêdebûna bes 1,5 dereceyê de %30 ji wan bikarin berdewam bin di jiyanê de.

Ew herweha wê jî eşkere dike eger germahî li şûna 2 dereceyan bes 1,5 derce zêde bibe dê asta deryayê 1 desîmetr kêmtir bilind be û ev jî dê bibe sedema wê ku 10 milyon mirov ji lehî û avrabûnê rizgar bibin.

Niha em di rê de ne ber bi wê ku germahî 3 dereceyan zêde bibe û ji bo astengkirina vê pêdivî ye awayên bikaranîna enerjiyê, avahiyên bingehîn, endustrî û avakirinê li dunyayê bên guhertin. Li gor Penêla avûhewayê îmkana vê guhertinkariyê ji aliyê teknîkî ve heye, lê wext kêm e û pîskirina avûhewayê jî berdewam e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista