Du amerîkî xelata aboriyê ya Nobelê werdigirin

3:12 min

Xelata banka Swêdê ya navendî (Riksbanken) ya di warê zanistê aboriyê de ya ji bo bîranîna Alfred Nobelî îro hat ragihandin. Ew bû para William D. Nordhaus û Paul M. Romer ji ber lêkolînên wan yên di warê nûjenkirin û avûhewayê de.

William D. Nordhaus vê xelatê ji ber wê distîne ku wî guhertinkariyên di avûhewayê de xistina nav şiroveya makroekonomî ya domdirêj. Paul M. Romer jî pêşdeçûna teknîkê xistiye nav şiroveya makroekonomî ya domdirêj û ji ber vê jî vê xelatê distîne.

Xelatgir ji aliyê Akademiya zanistî ya şahî ve hatine diyar kirin û ev xelat ku qîmeta wê neh milyon kron e di navbera herdu xelatgiran de tê dabeş kirin.

Berpirsiyarên lêkolînên navnetweyî li xwendingeha bilind ya tîcaretê (handelshögskolan) Salam Zandi dana xelata aboriyê giring dibîne û ji beşê kurdî yê Radyoya Swêdê re dibêje tasîra wê li ser lîkolînvanan û wan zanîngehên ew tê de kar dikin heye. Bi dîtina wî ew şirove û lêkolîn jî li dinyayê dibin cihê pûtedanê.

Banka Swêdê ya navendî sala 1968ê dest bi dana vê xelatê kiriye û ew jî li bin navê bîranîna Alfred Nobelî. Yanî ev ne yek e ji wan xelatên ku Alfred Nobelî bi xwe destnîşan kirine.

Heta niha yek jinê bi tenê ev xelat wegirtiye û ew jî Elinor Ostrom ya amerîkî bû û wê ew li sala 2009ê ji ber şrioveya xwe ya derbarê rêxistina ekonomî stand.

Xelata par ya aboriyê bû para Richard H Thaler yê profesor li zanîngeha Chicago li ser lêkolînên wî di warê têgehiştina psîkolojî ya ekonomiyê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista