Dozger: Pêwîst e qanûna terorê wekî dewletên din yên YE be.

2:34 min

Qanûnên terorê yên gelek welatên endam di Yekîtiya Ewrûpayê de ji qanûnên Swêdê dijwartir in. Ev jî dikare bibe asteng di rêya hevkariya bi wan welatan re di warê dozên terorê de.

Hans Ihrman cîgirê serokê dozgeriyê li beşê neteweyî yê pirsên ewlekariyê dibêje wextê qanûnên welatan ne wekî hev bin, yan dîtinên wan yên derheqa pirsên tawankariyê ji hev cuda bin, carna dikare astengan bixe ber wê ku mirov li gor xwe hereket bike.

Hans Ihrman diyar dike ku piraniya probelman li gel welatên din derbarê wan kesan in yên ku şik li ser heye ku ew endam bûne di rêxistineke terorê de yan pêwendiyeke wan pê hebûye û ji ber ku ev çend li Swêdê di qanûnê de ne tawan e, hevakriya bi wan re ya di vî warî de zehmet dike.

Hevkariya di navbera Swêdê û welatên din di warê lêkolînên derheqa terorîzmê di van salên dawiyê de zêdebûye. Ev jî di piraniyê de derbarê wan kesan e yên şikên terorê li ser hene û pêwendiya wan bi Swêdê heye û ji bo wê, ji welatên din yên Ewrûpayê pêwendî bi dozgerê swêdî tê kirin. Lê qanûnên van hemî welatan ne wekî yek in û ev jî karê hevbeş zehmet dike.

Gelek ji dewletên Ewrûpayê bêhitr ji Swêdê di warê qanûndanînê de gav havêtine. Ji bo nimûne li Brîtanyayê tawan e kesek bibe endam di rêxistineke qedexekirî de. Li Danmarkê desteka ji bo terorîzmê tawan e û li Belçîka beşdarbûn di çalakiyên grûpeke terorîst de cezabar e.

Bi gotina Hans Ihrman û ji bo hevakriyeke baş ya qanûnî di navbera van dewletan de baş e ku Swêdê jî qanûnên wekî endamên din yên yekîtiya Ewrûpayê hebin û hindî bikare mîna wan kiryarên ji wî cureyî wekî tawan di qanûnê de bicih bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista