.
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Nisbeya esilbiyaniyan di parlamena Swêdê de kêm e

2:49 min

Li gel ku %24 ji xelkê Swêdê esil biyanî ne, lê nisbeya esilbiyaniyan di parlamena nû de, li gor lêkolîneke pişka nûçeyan ya Radyoya Swêdê, Ekot %11,5 e.

Ku 11,5 ji endamên parlamena Swêdê esilbiyanî ne, tê wê manayê ku ew parlamenter bi xwe, yan jî herdu dêûbav li derveyê Swêdê ji dayik bûne.

Ahmed Abdirahman amadekarê hefteya Järva dibêje ew hez dike ku ev hejmar hersal zêdetir be û em bibin xwedî demokratiyeke çalak û saxlem ya ku mirov xwe tê de bibîne.

Bi dîtina Ahmedî ji bo biryarên mezin yên tesîra wan li jiyana mirovan heye giring e ku perspektîvên cuda di parlamenê de hebin.

40 endamên parlamena Swêdê, 18 jê jin û 22 mêr esilbiyanî ne. lêkolîner Patrik Öberg ji zanîngeha Göteborg hebûna nûnerên hemî beşên civakê di parlamenê de giring dibîne.

Ew dibêje ew ne nîşana saxlemiyê ye ku hilbijêr di vê demokratiya me ya em bi ya nûnreiyê bi nav dikin hest bi wê bikin ku kes nûneriya wan di parlamenê de nake.

Partiya Çep bêhtir esilbiyanî di grûpa xwe ya parlamenê de hene û ew jî %35. Fraksiyona partiya Liberalan di dereceya duyê de tê û %20 ji parlamenterên wê esilbiyanî ne. Partiya Demokratên Swêdê herî kêmtir esilbiyanî di nav fraksiyona xwe de hene ku %3 ye.

Li gor vê lêkolîna Ekot çi guhertin li ser nisbeya parlamenterên esilbiyanî di parlamena Swêdê de çênebûye û hejmara wan di dewreya berya vê de jî bi qasî ya vê parlamena nû bû.

Hejmara parlamenterên Swêdê yên kurd jî her şeş, wekî ya berê maye. Çar jê jin in û du mêr. Sê ji wan di fraksiyona partiya Sosyaldemokratan de ne, yek Liberal e, yek ji partiya Çep e û yek jî endama partiya Demokratên Swêdê ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".