Clara.
Zilamê ku tecawzi kiribû ser Clarayê îlonê ji aliyê dadgehê ve hat hikum kirin. Wêne: Maria Ridderstedt, Sveriges Radio.

#metoo dengê jinan li hember destdirêjiyên cinsî bilind kir

2:36 min

Tevgera metoo ya ku par li dijî destdirêj û heqaretên cinsî serhilda bû, hêz da jinan ku bisteh bikin  û giliyên xwe yên di wî warî de bikin û Clara jî yek ji wan bû.

Wextê Clara 15-salî bû ew di şevahengekê de serweş bû û zilamekê 20-salî ew bi xwe re bir mal. Dûre wê pê zanî ku wî zilamî, wê şevê û dema ew serxweş tecawiz kiribû ser.

Lê Clara giliya xwe li ser wî zilamî nebir cem polîsan û nedizanî ya wî zilamî kirî tawan e. Wê hîngê hest pê kir ku xeletî ya wê bi xwe bû, ji ber ku ya serxweş bû û şerim jî kir behsa wê çendê bike.

Lê piştî destpêkirina metoo wê guh li serhatiyên gelek jinan bû û jê zanî ya ku bi serê wê hatî ne xeletiya wê bû û ew tecawiz û tawan bû li ser wê hatibû kirin.

Wê jî giliya xwe li ser wî zilamî bir cem polîsan û doz li hember wî vebû û ew zilam îlona îsal li ser du tecawizan bi du sal zîndankirin hat hikum kirin, lê ew hikum dikare bê îstînaf kirin.  

15 oktobera parsal lîstikvana Hollywoodê Alyssa Milano bi twitterekê ji wan jinên rastî destdirêjiyên cinsî bûne xwest ku ew bi #MeToo bersiva wê bidin û vekirî behsa serhatiyên xwe bikin. Ew hashtag mîna agirî zû bealv bû û weha tevgera metoo ji dayik bû.

Li Swêdê jî kampanyayên li dijî heqaret û destdirêjiyên cinsî di nav beşên civakê û sektorên karî yên cur bi cur de hatin li dar xistin. Û kesên navdar di egera wan kampanyayan de hatin tawanbar kirin. Tawannas Nina Rung ji TT re dibêje bê tevgera metoo dê doz li hember çi kesî nehatiba vekirin.

Piştî wan hemî kampanyayên metoo jinan bisteh kir dengê xwe bilind bikin û li gor Dezgeha bergirya sûcan li Swêdê (BRÅ) her metoo bû egera wê ku hejmara gilînameyên li ser destdirêjiyên cinsî zêde bin. Di navbera oktober û desembera par 6 000 gilîname derbarê destdirêjî û tecawizên cinsî hatin qeyd kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".