.
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Partiya Jîngehê (MP) li Stockholmê hevkariyê bi Allinasen re dike

1:08 min

Partiya Jîngehê amadekariya xwe ya hevakriyê li gel partiyên benda Alliansen ji bo birêvebirina şaredariya Stockholmê ragihand.

Daniel Helldén ji partiya Jîngehê (MP) îro di konferanseke çapemeniyê de got ku ew bi vê hevakriyê dê bikaribin gelek ji manîfesta xwe ya hilbijartinê bicî bînin û ew herweha dê rê li ber tesîra Demokratên Swêdê li şaredariya Stockholmê bigirin.

Partiya Jîngehê li gel her çar partiyên benda Alliansen li şaredariya Stockholmê, pevre dibin xwediyên 54 kursiyan ji sercema 101 kursiyên şaredariyê.

Yek ji wan mercên ku ji ber wan partiya Jêngehê li şaredariya Stockholmê bi Alliansen re li hev hat dursitkirina zonên jîngehê ye li wan deverên Stockholmê yên ku kalîteya bayî lê nebaş e. Ev jî tê wê manayê ku ajotina erebeyên kevin yan yên dîzelê dê li hinek cadeyên Stockholmê bê qedexe kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".