îro li Stadsbibioteket li Stockholmê xelatgir hat diyar kirin.
Wêne: Janerik Henriksson/TT

Maryse Condé xelata alternaîv ya Nobelê distîne

1:21 min

Xelata edebiyatê ya sala 2018yê ya însiyatîva bi navê Akademiya Nû bû para nivîskar Maryse Condé.

Xelatgir îro di konferanseke çapemeniyê de, li Stadsbibioteket li Stockholmê, ji aliyê xwediya vê însiyatîvê Alexandra Pascalidou ve hat ragihandin.

Ji ber ku îsal xelata edebiyatê ya Nobelê nehat dan, evca ev xelat li şûna wê û wekî alternatîva Nobelê hat peyda kirin. Xelatgir ji aliyê kitêbvanên kitêbxaneyên swêdî û xelkê ve hat hilbijartin.

Maryse Condé ji Guadelopeya ji Karibien e û ji 16-saliya xwe ve li Fransayê dimîne. Wê ders li zanîngeha Colombia li New Yorkê dane. Edebiyata wê derbarê guhertinkariyên ku di kolonyalîzmê de çêbûne û şopên kolonyalîzmê di cîhana me ya îro de ne.

Wê sala 1976ê bi romana xwe Hérémakhon dest pê kir û tê de behsa gendeliyê li Afrîqaya poskolonî dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".