.
Wêne: Henrik Montgomery/TT

Kristersson di avakirina hikûmetê de şkest

2:08 min

Ulf Kristersson di avakirina hikûmetê de sernekeft û serokê parlamenê û ji bo destnîşankirina kesekê din bo çêkirina hikûmetê îro bi serokên partiyan re dicive.

Serokê partiya Moderatan Ulf Kristerssonî duhî û di konferanseke rojnamevanî de, piştî civîna xwe ya li gele serokê parlamenê, got ku wî ew pê agahdar kriiye ku ew nikare di rewşa heyî de hikûmetê ava dike.

Yek ji sedemên ku Kristersson di hewla xwe ya çêkirina hikûmetê de sernekeft ew bû ku herdu hevşirêkên wî di benda Alliansen de, partiya Navendê (C) û partiya Liberalan (L) nexwestin hikûmeteke mecbûrî desteka partiya Demokratên Swêdê be ava bikin.

Ew herdu partî, Navend û Liberal herweha amade nebûn li parlamenê destekê bidin avakirina hikûmeteke Moderatan bi tenê yan Moderatan û Demokratên Xristiyan pêkve.

Serokê parlamenê Andreas Norlen jî her duh, piştî Ulf Kristerssonî agahdarî da rojnamevanan û got ew dê roja duşemê dîsan li gel serokên partiyan rûne û dê piştî civînê encama wê rabigehîne.

Îro Andreas Norlen seat 9.30 civîna xwe bi serokên heft partiyên di parlamenê de dest pê dike û ji ber ku wî dîtina Moderatan duh ji Kristerssonî wergirt, lewma ew bi wan re nacive.

Ev civîn seat 13.00 timam dibin û tê çaverê kirin ku serokê parlamenê dûre encma van civînan, yan navê kesekê din ji bo avakirina hikûmetê rabigehîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".