Saudi Who is Khashoggi
Cemal Kaşikçi. Wêne: Hasan Jamali/AP

Löfven: Eger bûyera Kaşikçi rast be ew pir kirêt e

1:48 min

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven dibêje gereke kuştina rojnamevanê siudî Cemal Kaşikçi birêkûpêk were lêkolînkirin.

Lê derheqê firotina çekan a bo Erebistana Siûdî Löfven bersiveke zelal neda.

Rojnamevanê ji Erebistana Siûdî Cemal Kaşikçî destpêka vê heyva deh diçe konsolosxaneya Siûdî ya li Stenbolê û ji wir dernakeve. Hatiye ragihandin ku ew li wir hatiye kuştin.

Derbarê Kaşikçî de îro serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ”ev kuştina zalimane bi pilan hatiye kirin û destê 15 kesên ji siûdiyê di bûyerê de heye”.

Piştî vêya serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven jî di daxuyaniya xwe de got ew ji ber vê bûyerê bihêrs in, eger tiştên têne gotin rast bin ev bûyereke ecêb kirêt e, lê gereke berya her tiştî lêkolîneke birêkûpêk were kirin.

Löfven herwiha ragihand ku wan ev nêrîna xwe ji sefareta Siûdî ya Swêdê re jî gotine.

Bi bûyera Kaşikçî re  hikûmeta Almanya firotina sîlehan ya ji bo Siûdî sekinand. Li ser pirsa bê Swêd jî tiştekî wilo difikire yan na Löfven got, li welatên cuda yên Ewrûpa qanûnên cuda yên di vî warî de hene û bersiveke zelal neda.

Ji sala 2010ê ve Swêd bi nêzîkê 5 mîlyar kron çek firotine Erebistana Siûdî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".