.
Wêne: isabell Höjman/TT

Tendirustiya nîviyê swêdîyên kar dikin di xeterê de ye

2:13 min

Nêzîkî nîviyê hejmara swêdiyên kar dikin xwedî rewşeke tendirustiyê, ango kondisyon, ya nebaş in û di sînorê xeterê de ne.

Lêkolîneke nû ji zanîngeha bilind ya cîmnastîk û werzişê li Stockholmê diyar dike ku %46 ji swêdiyên kar dikin xwedî rewşeke tendirustiyê ya nebaş in. Û hejmara vî beşî ji nîvê salên 1990 de bêhtir bûye.

Zêdî 350 000 kesî di temenê 18-74 saliyê de beşdarî vê lêkolînê bûne. Ev kes tevlî imtîhaneke tendirustiyê ya berfireh bûn û tê de testeke kondisyonê ango tendirustiyê ser biskilêtê jî hebû.

Rewşa herî xirab ya zilaman bû, kesên xwedî asta perwerdeyê ya nizim û ew yên li herêmên li derveyî bajaran û gundan dijîn.

Sînorê hatiye danîn ji bo tendirustiya ne baş û ya xeter heman hejmar e wekî ku dema ji kesekî têne xwestin ku bê bêhnvedan di 10 deqeyan de bilez bimeş e.

Yek ji nivîskarên vê raporê Elin Ekblom Bak e, mamoste li heman zanîngehê. Ew dibêje tirsa me ew e ku kesên têrgiheştî ango mezin karin xwedî tendirustiyeke hîn xirabtir bin.

Pirs ew gelo çima rewşa tendirustiyê li ba van kesan xirabtir bûye?  Li gor Elin Ekblom Bak çend sebeb kare ew be ku em îro bêhtir siyaran ango otomobilan bikartînin û em bêhtir li ber kombiyoteran rûdinên û kêmtir herekeya rojane dikin. Wekî meşa dirêj û bikaranîna derenceyan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista