Sexturism Thailand värderingar
Joakim Medin derbarê li laşfiroşiya li Tayland û swêdiyên wir nerî ye. Wêne: David Longstreath/Scanpix & Besir Kavak, Sveriges Radio

Swêdiyên li Tayland: ”Misilmanan welatê me dagir kirine!”

6:25 min

Swêdiyên li Taylandê dimînin û li wir seksê dikirin rexnegirên tund ên siyaseta Swêdê ne. Gelek ji wan îdia dikin ku misilmanan Swêd talan kirine û loma ew reviyane.

Ev gotinên Joakim Medin in ku raporeke berfireh li ser bazirganiya laşfiroşiyê li Taylandê û swêdiyên wir nivîsiye.

Joakim Medin dibêje gelek ji wan kesên ku seks dikirîn jê re digotin:

Misilmanan Swêd dagir kirine. Li Swêd cî ji swêdiyan re, ji pîrûkalan re nemaye. Neyta min nîne ez heta mirinê vî derdî bikişînim, loma min bar kiriye Tayland û ez êdî venagerime Swêdê.

Me Joakim Medin bi Rojava nas kir. Di şerê Kobanî de rojnamevanê biyanî yê herî dawî ku ji bajêr derketibû ew bû. Piştre li ser Rojava kitêbeke wî hatibû çapkirin û îro jî ew tevlî gelek kombûn û semînerên li ser Rojava dibe. Vê pêlê Joakim Medin bi raporeke nû di rojevê de ye, ku di çapemeniya Swêdê de pir tê gotûbêj kirin. Rapor li ser bazirganiya laşfiroşiyê, ango kirîna seksê li Taylandê ye û ji bo bikaribe vê xebatê bike wî metodeke cuda bi kar aniye.

Medin di vê lêkolîna xwe de mehekê li Taylandê maye û li wir metoda ”walrafiyê” bi kar aniye. Yanî negotiye ew rojnamevan e, behs nekiriye bê bi çi mebestê li Tayland e, mîna ew jî tûrîstek ji rêzê be xwe daye nasandin. 

Li hin deverên Taylandê ji salên 60î ve bazareke laşfiroşiyê heye. Joakim Medin dibêje wextê mirov dêhnê xwe dide mişteriyên seksê yên li Taylandê ew herî zêde taylandî bi xwe ne. Di rêza duyem de zilamên asyayî û rojhilata navîn tên û di rêza sêyem de zilamên ewrûpî tên. 

Swêdî jî beşek girîng ji van ewrûpiyan e. Joakim Medin dibêje swêdiyên li wir mîna ewrûpiyên din ji beşên cuda yên civakê tên, xwedî pîşe û meslekên cuda ne, xort û pîr hene. Û sebebên lêgerîna wan a bazirganiya seksê jî têne guhertin.

Hinek ji swêdiyan dixwazin dostikek wan hebe, hinek dixwazin fantasiyên xwe yên cinsî biceribînin, hinek jî dixwazin şehweta xwe tatmîn bikin û ji ber ku li Tayland kirîna seksê êdî normal tê dîtin, ew diçine wir.

Li Swêdê hin nirxên bingehîn derbarê demokrasî, wekhevî exlaq û moral de hene. Ev nirx weke hîmên civaka pêşketî têne dîtin. Lê Medin dibêje piraniya tûrîstên swêdî yên li Taylandê ne bi van nirxan re ne, dijî wan tev digerin. Ew bi çavekî din li kirîna seksê, li rola jinan, heta li vexwarina alkolê dinêrin. Bazirganên seksê yên swêdî li Taylandê bi hin şêwazên ku li Swêdê ne normal e tev digerin.

Ji rewşa Swêdê, siyaseta wekheviyê nerazî ne. Li gor wan di meseleya rol û wekheviya jin û mêran de Tayland baştir e. Ew dibêjin gereke zilam zilam be û pîrek pîrek be. Hinek ji wan kirîna seksê weke dayina alîkariyê dinirxînin. Wekheviya jin û mêran ku Swêd behs dike mîna gotûbêjên pûç û kelevajî dibînin.

Û Medin behsa nuqteyeke din a hevbeş ji bo bazirganên swêdî yên seksê dike. Nêrîna wan a li penaberiyê, mihacirên li Swêdê.

Hemû swêdiyên ez bi wan re axivîm ji siyaseta Swêd a koçberiyê nerazî bûn. Geleka ji wan digotin ”Misilmanan Swêd dagir kirine. Li Swêd cî ji swêdiyan re, ji pîrûkalan re nemaye. Digotin ’neyta me nîne em heta mirinê vî derdî bikişînin, loma me bar kiriye Tayland û em êdî venagerime Swêdê’”.


Herkesê ku diçe Taylandê ne ji bo kirîna seksê diçe. Welatekî xweş e, arzan e û gelek kes ji bo keşfkirina welêt, îsrehetkirinê diçine wir. Lê bi baweriya Joakim Medin gelek tûrîstên ji rêzê ku ne bi neyta kirîna seksê diçin jî roleke neyênî dilîzin.

Min li gelek kolan û qoziyan didît bê çawa tûrîstên ji rêzê gelek caran bi zarokên xwe re li van deran digeriyan. Bi meraq li kesên laşfiroşî dikirin dimeyizandin. Û bi nerîna min ev hatina temaşekirinê bi xwe jî rê li ber normalkirina laşfiroşiyê vedike.


Beşir Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista