tac2c636 Foto:Marcus Ericsson/TT
Foto:Marcus Ericsson/TT

Mafê malbatiyên penaberan heye bên Swêdê

1:34 min

Li gorî hesabên Daîreya Koçê, 8 000 biyanî zêdetir ji texmînên berê dê di sê salên pêş me de ji ber mafê vecivandina malbatê daxilî Swêdê bibin. Televizyona Swêdê (SVT) ev agahî daye.

Wek ku SVT radigehîne, li gorî vê xalê, heqê piraniya penaxazan yên ku bo nimûne ji ber şerê li Sûriyeyê mafê penaberiyê wergirtiye heye ku bi malbatên xwe re li Swêdê vecivin. Anku, jin, mêr yan zarokên wan kesan yê ku mafê penaberiyê li Swêdê heye dikarin bi rêya mafê vecivandina malbatê bên Swêdê. Her weha, zarokên ku bi tenê hatine dikarin dêûbavên xwe bînin Swêdê.

Ji bo agahdariyên zêdetir, li ser fayila dengî bitikîne!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista